Berfê serê Çiyayê Sîpanê spî kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Li deverên çiyayî yên Bakurê Kurdistanê werzê barîna berfê dest pê kir û serê Çiyayê Sîpanê li parêzgeha Bedlîsê bi temamî spî bû.
Ligel daketina pileyên germê, li deverên çiyayî yên Bakurê Kurdistanê werzê barîna berfê dest pê kiriye. Serê Çiyayê Sîpanê, ku li bakurê Gola Wanê ye û bilindahiya wê 4 hezar û 58 metre ye, pêla yekê ya berfa vî werzî hembêza kir. Ev çiya wekî sêyem bilindtirîn serê Bakurê Kurdistanê tê nasîn.
Berfê serê çiyayî nixavtiye û dîmenekî zivistanê daye deverê. Şarezayên keşûhewayê diyar kir ku di rojên bê de dê pêla sermayê bêtir deverê vebigire. Ev dîmenê spî yê serê çiyayî ji devera Elcewazê û gundên derdorê bi zelalî tê dîtin.
Çiyayê Sîpanê ji ber bilindahiya xwe her sal dibe westgeha yekê ya barîna berfê li deverê û bala çiyager û geştyarên siriştê dikişîne ser xwe; bi taybetî di van demên ku berf serê wî dinixiêve û dîmenekî ciwan dide Gola Wanê.
Her wiha vî çiyayî di çand û folklora kurdî de jî cihekî taybet heye û navê wî di gelek destan û stranan de hatiye, bi taybetî di destana Siyabend û Xecê de, vê yekê jî wesa kiriye ku ev çiya ne tenê sembola siriştê lê pareka giring ji nasnameya deverê jî be.