Malbatên Kurd li Ewropayê bizavê dikin ziman û çanda xwe biparêzin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li dûrî welatî û di nav dilê Ewropayê de, dengê sîmên tenbûrekê tenê jenîna mûzîkê nîne, belkî hilgirtina birîna koçkirinê û zîndîkirina nasnameya gelekî li diyasporayê ye.

Di demekê de ku bi hezaran malbatên kurd ên xwecihên Ewropayê bo parastina ziman û çanda kurdî di nav nifşên nû de di bizaveka berdewam de ne, Navenda Revenda Kurdistanî li Brûkselê korseka taybet bo fêrbûna mûzîka kurdî vekiriye.

Ev destpêşxerî dixwaze bi rêya awaz û jenîna tenbûrê pireka behêz di navbera zarokên diyasporayê û yên welatî de çê bike, da ku li jêr bandora jîngeha nû reh û rîşalên xwe yên resen ji dest nedin.

Mûzîk di çanda kurdî de ne tenê honerek belkî zimanêkî dil û dîrokeka zîndî ye. Bo vê yekê jî, Navenda Revenda Kurdistanî li bajarê Brûkselê korseka fêrbûna mûzîka kurdî rêk xistiye, ji bo wan kesên ku dıxwazin fêrî jenîna amûrên mûzîkê yên kurdî bibin.

Li Navenda Revenda Kurdistanî li Brûkselê, ev kors bo hemî jiyan hatiye vekirin. Amanc ji wê ne tenê fêrbûna jenîna tenbûr an kemanê ye, belkî veguhastina çand û nasnameya kurdî ye bo nifşên nû, wan nifşên ku li derveyî welat mezin dibin.

Serperiştên wê navendên dibêjin ev kors hem bo zarokan û hem jî bo mezinan vekirî ne. Şagird dikarin fêrî jenîna keman, tenbûr an jî sazê bibin, ligel nasîna bingehên mûzîka kurdî. Ew li wê bawerê ne ku parastina mûzîkê pareka parastina nasnameya neteweyî ye.

Berpirsên wê navendên bang li hemî wan kesan dikin ên ku hez li ser mûzîka kurdî heye, bi taybetî jî malbatan, ku tevlî van korsan bibin. Tomarkirina navan bi rêya forma serxet (onlayn) bedrest e û kors ji bo hemî jiyan vekirî ne.