Mezintirîn komelgeha pîşesaziyê ya Herêma Kurdistanê li Akrê tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Akrê dê bibe xwedana mezintirîn komelgeha pîşesaziyê ya heftçerx li Herêma Kurdistanê. Ev proje li ser rûberê milyonok û 250 hezar metrên erdî dihêtê avakirin. Ev komelgeh dê bibe navenda 623 dikan û 62 pîşengehên timbêlan, zêdebarî hejmareka embar û kargehan.

Ligel bidûmahîkhatina xwe, ev proje dê Akrê ber bi werçerxaneka nû di biyavê pîşesazî, avadanî û bazirganiyê da bibe ji ber ku projeyekê gelek mezin e û li cihekê stratejî yê deverê jî dihête bicihanîn.

Cihê pîşesaziyê yê niha li Akrê berî 27 salan li ser rûberekê biçûk ê erdî hatibû avakirin, ku heta cihê rawestandina timbêlan jî têda wek pêdivî nîne. Ji ber vê rewşê jî, kedkar û karsazên deverê bi çêkirina komelgeha nû ya heftçerx gelek dilxweş in, ku dê arîşeyên wan ên gelek salan bi dawî bîne.

Li gorî amarên Rêveberiya Hatinûçûnê ya Akrê, nêzîkî 6 hezar timbêlan li vê deverê tomarkirî ne, zêdebarî timbêlên geştiyar û rêwiyan, ên ku rojane qesta vî bajarkî dikin. Ji ber vê hejmara timbêlan, çêkirina komelgeha pîşesaziyê ya nû dê xizmeteka mezin pêşkêş bike û dê arîşeyên heyî jî çareser bike.