Roja Sînemaya Kurdî li Silêmaniyê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hevkariya koma "Hawarî Fîlm" û Komeleya Hunerên Ciwan ên Kurd – Malbenda Giştî ya Silêmaniyê, îro 9ê Îlona 2026an, 7emîn Gera Bîranîn û Pîrozbahiya Roja Sînemaya Kurdî bi armanca nûkirin û bilindkirina rola vê hunerê di civakê de, li Silêmaniyê birêve diçe.

Serpereştyarê Giştî yê Roja Sînemaya Kurdî Hawar Mistefa Xan ji Kurdistan24ê re ragihand: "Ev çalakiya sînemayî di salên borî de bûye derfetek ji bo komkirina hunermend, sînamger, nivîskar û hezkiriyên sînemayê li dora hev, da ku em keda wan kesên di nav hemû zehmetiyan de xizmeta sînemaya kurdî kirine bibîr bînin. Çalakiya îsal jî bi awayekî berfireh û bi amadebûna hejmareke berbiçav ji hunermend û sînemahezan pêk tê."

Hawar Mistefa teqez kir, sînema ne tenê nîşandana wêne û çîrokan e; belkî zimanekî hunerî yê bihêz e ku mirov dikare bi rêya wê raman, hest, êş û hêviyên xwe ragihîne: "Sînema dikare bibe dengê wan kesên ku dengê wan nehatiye bihîstin û çîroka wan civakan vebêje yên ku dîrokê pir caran hewl daye wan bêdeng bike."

Derbarê bernameyên taybet ên vê rojê de, serpereştyarê çalakiyê destnîşan kir ku beşeke sereke ji bo bibîranîna sînemagerê mezin ê kurd û cîhanî Yılmaz Guney hatiye veqetandin. Di vê çarçoveyê de vîdyoyek li ser fîlmên wî ku ji aliyê derhêner Karzan Kardozî ve hatiye amadekirin tê nîşandan, çar salnameyên girêdayî Yılmaz Guney tên pêşkêşkirin û helbesteke helbestvanê navdar Şêrko Bêkes a ji bo wî hatiye nivîsandin tê xwendin.

Her wiha di çalakiya îsal de, xelateke rûmetê tê pêşkêşkirin û du pirtûkên derhêner û hunermendê koçkirî Zana Heme Xerîb tên belavkirin. Ji aliyekî din ve, fîlmekî belgeyî ê derhêner Şînwar Kemal tê nimayîşkirin û hunermend Mihemed Germiyanî jî bi çend berhemên muzîkê beşdarî şevbihêrkê dibe.

Hawar Mistefa Xan amaje bi wê kri, ev roj ji bo guftûgokirina li ser kêşe û kêmasiyên sînemaya kurdî, kêmbûna piştgirî û berhemanînê, û herwiha derfetên geşepêdan û beşdarbûna di festîvalên navneteweyî de derfeteke giring e.

Li gorî organîzatoran, "Roja Sînemaya Kurdî" tenê ne bîranîneke salane ye; belkî bangek e ji bo yekrêzî, hizirkirin û berhemanîna pêşerojeke geştir bo sînemaya kurdî, da ku perdeya sînemayê bibe qada parastina bîrgeha dîrokî û gihandina dengê mirovê kurd bo cîhanê.