Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî masterplana navenda Hewlêrê tê danîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, masterplana navenda bajarê Hewlêrê dihête danan û di vê çarçoveyê de jî civîna yekê ya girêdayî wê projeyê bi rê ve çû.
Wezareta Şaredarî û Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, ragihand ku bi serperştiya Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê Sasan Ewnî, civîna yekê ya girêdayî amadekirin û danîna masterplana projeya navenda bajarê Hewlêrê bi rê ve çû.
Wezareta Şaredariyê bal kişand ser hindê ku Wezîrê Şaredarî û Geştyariyê bal kişand ser dîtin û nerînên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Kabineya Nehê di giringîdana bi projeya danîna masterplanê de, bi taybetî jî navenda bajarê Hewlêrê.
Sasan Ewnî her di wî warî de ragihand: "Ev proje ne tenê bo Hewlêrê, belkî bo tevahiya Herêma Kurdistanê giring e, ji ber ku Hewlêr paytext e û rojane hejmareke zêde ya geştiyarên navxwe û parêzgehên dî yên Îraqê û welatên deverê qesta wê dikin."
Projeya masterplana navenda bajarê Hewlêrê yek ji projeyên giring û stratejî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û li ser dahatê Wezareta Şaredarî û Geştyariyê dihête bicihînan. Li gorî wê planê, giringiyeke zêde bi parastina nasname, çand, kelepûr, xanî û taxên kevnar ên navenda Hewlêrê dihête dan, û herwesa dê bibe sedema vejandina aborî û cihên paşguhkirî yên navenda wî bajarî.
Di vê projeyê de bi rengekê tevalî biyavên bedewkarî, xizmetkarî, aborî, jîngehî, çandî, şûnwarî, hatinûçûn û veguhestin, avahî û geştyariyê de dihête li ber çav dihêne wergirtin.