Li Ruhayê di qezayeke trafîkê de ji heman malbatê 4 kes mirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Hewengê ya girêdayî parêzgeha Ruhayê, di encama qezayeke diltezîn a trafîkê de, ji heman malbatê 4 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 2 kesên dî jî bi giranî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku hatine parvekirin, ew bûyer li navçeya Hewengê ya Ruhayê çê bûye, dema ku wesaîtek ku ji şînê vedigeriya, ji piştê vê li qemyonekê daye û di encamê de qezayeke giran a trafîkê rû daye.
Li gorî zanyaran, di cihê rûdanê de ajokarê wê wesaîtê Levent Çerçî yê 41 salî ji ber giraniya birînên xwe yekser jiyana xwe ji dest da. Herwesa hevjîna wî Fatma Çerçî ya 36 salî, kurê wî Mustafa Çerçî yê 16 salî û keça wî Buşra Çerçî ya 12 salî ku bi giranî birîndar bûbûn û bo nexweşxaneyê hatibûn veguhestin, tevî hemî desttêwerdanên bijîşkî nehatin rizgarkirin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Her di wê qezayê de du kesên dî yên bi navên Ayşegul Çerçî ya 17 salî û Fatma Ozel bi giranî birîndar bûn, ku niha li nexweşxaneyê hatine razandin û dermankirina wan berdewam e.
Herwesa hate ragihandin ku ji aliyê tîmên peywendîdar ve di derheqa sedem û hûrgiliyên qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin, û di vê çarçoveyê de ajokarê qemyonê Mehmet Gor jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin.