Fuad Husên pêşwazî li Balyozê nû yê Misrê li Îraqê kir

Fuad Husên û Ehmed Husên Xefacî
Fuad Husên û Ehmed Husên Xefacî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Îraqê li Bexdayê pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Misrê li Îraqê kir, û her du aliyan tekez li ser xurtkirina peywendiyên dualî yên navbera her du welatan kir.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Derve ya Îraqê, Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Husên îro Çarşemê, 9ê Îlona 2026ê, pêşwazî li Balyozê nû yê Komara Misrê li Îraqê Ehmed Husên Xefacî kir û civînek li gel wî kir. 

Di wê civînê de Wezîrê Derve ronahî berda ser xurtiya wan peywendiyên bihêz ên ku Îraq û Misrê pêkve girê didin, û bal kişand ser giringiya berdewamiya bizavên hevpar bo pêşxistina harîkariyên navbera wan di biyavên cihêreng de, bi rengekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar ên her du welatan bike.

Herwesa Fuad Husên amadehiya Wezareta Derve bo pêşkêşkirina hemî piştgirî û hêsankariyên pêdivî bo Balyozê nû yê Misrê nîşan da, bi merema biserxistina erkên wî yên dîplomatî û bihêzkirina rêya harîkarî û hevahengiya navbera her du welatan.

Balyozê nû yê Misrê jî ji aliyê xwe ve pesna xurtiya peywendiyên dîrokî û birayane yên navbera Îraq û Misrê kir, û tekez li ser dilgermiya welatê xwe bo berfirehkirina asoyên harikariyên dualî û xurtkirina peywendiyan di hemî biyavan de kir, bo bicihhatina berjewendiyên bilind ên her du welatan.