20ê Îlonê sala nû ya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Wezareta Perwerdeyê ragihand, 20ê Îlona 2026an, sala nû ya perwerdeyê li Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Berdevka Wezareta Perwerdeyê Peyman Xewace ji Kurdistan24ê re ragihand, Encûmena Wezareta Perwerdeyê biryara pejirandina salnameya perwerdeyê ya 2026-2027an da.
Peyman Xewace herwiha got: "Roja yekşemê, 20ê Îlonê ya 2026an, destpêka sala nû ya perwerdeyê ye."
Roja 30î tebaxa 2026an, Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi riya derxistina fermaneke wezaretê, roja destpêkirina kar a mamosteyan bo sala nû ya xwendinê diyar kiribû.
Li gorî fermana wezaretê, 1ê Îlonê ya 2026an wekî roja fermî ya destpêkirina kar a mamosteyan li hemû navendên xwendinê yên hikûmî yên ser bi Wezareta Perwerdeyê bo sala xwendinê ya (2026-2027) hatibû diyarkirin.