Li Hewlêrê cara yekem neştergeriya çandina gunê destkird bi serkeftî hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nexweşxaneya Fêrkariyê ya Rêzgarî li paytext Hewlêrê, tîmeke pizîşkî ya pispor ji bo cara yekem di asta nexweşxaneyê de, bi serkeftî neştergeriyeke pêşketî ya danîna gunê destçêkirî ji bo ciwanekî 23 salî encam da.
Li gorî daxuyaniya Nexweşxaneya Rêzgarî, ev cureyê neştergeriyê ji bo wan kesên ku ji ber girêkên penceşêrê, derbên tund, badana hêlikê yan jî kêmasiyên jidayikbûnê gunê xwe ji dest dane, hêviyeke nû ye. Armanca sereke ya vê gavê vegerandina hevsengî û şiklê sirûştî yê laşê nexweş e ku ev yek bandoreke gelekî erênî li ser rewşa derûnî ya nexweş dike.
Nexweşxaneyê derbarê hûrgiliyên neştergeriyê de diyar kir, proteza navborî amûreke glover e ku ji madeyên sîlîkon an plastîkê hatiye çêkirin û bi şileya sirûştî ya "serûm"ê tê dagirtin. Ev protez di nava kîsikê hêlikê de tê bicihkirin, da ku cihê vala tije bike.
Pizîşkên pispor tekez kirin, ev neştergerî tenê ji bo bedewî û parastina rûxsara sirûştî ya laş e û ti erkekî biyolojîkî pêk nayîne; ango ev protez nikare hormona testosteronê an jî spêrmê berhem bîne. Her wiha proseya saxvebûna nexweş hêsan e û nexweş tenê piştî 7 heta 10 rojan dikare vegere ser jiyana xwe ya rojane, bi şertê ku heta mehekê xwe ji hildana tiştên giran biparêze.
Di dawiya daxuyaniyê de, rêveberiya Nexweşxaneya Fêrkariyê ya Rêzgarî tekezî li ser wê yekê kir ku ew ê di pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên tenduristiyê û anîna nûtirîn teknîkên bizîşkî de ji bo welatiyan berdewam bin.