Heseke: Krîza elektrîkê dijwartir dibe û welatî daxwaza çareseriyeke lezgîn dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Roj bi roj krîza elektrîkê li parêzgeha Hesekê dijwartir dibe. Piştî birîna mazota erzan li ser jeneratoran, nirxê amperan pir bilind bûye û karînên xelkê tune ne ku pereyên elektrîkê dabîn bikin. Ji ber wê yekê jî, gelek mal di tarîtiyê de mane. Welatî dibêjin ku gerek hikumet çareyekê bibîne.

Heta niha planeka diyar û zelal bo başkirina rewşa elektrîkê tune ye. Seetên elektrîka hikumetê hindik in û li gelek taxan nayê. Rêveberiya Elektrîkê ya Qamişloyê dibêje ku navendên elektrîkê dê heta serê salê werin çêkirin û seetên wan jî dê zêde bibin.

Daxwaza xelkê ew e ku elektrîka hikumetê çê bibe û ji jeneratoran xelas bibin. Ji bilî jeneratoran ku reng û bedewbûna bajar kuştiye, nexweşî jî ji ber dûmana wan di nav xelkê de belav bûne.

Di navbera elektrîka hikumetê û ya jeneratoran de, xelk winda maye. Keysebazî heye û xwedanên jeneratoran heta niha panendî bi biryara rêveberiya navçeya Qamişloyê nekiriye. Di vê navberê de, gazinên welatiyan berdewam in.