Şandeke DEM Partiyê serdana Îmraliyê dike û bi Ocalan re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tayip Temel aşkere kir, di nava vê hefteyê de şandeke partiya wan dê serdana Girava Îmraliyê bike û hevdîtinê li gel Abdullah Ocalan bike.
Tayip Temel ragihand, biryar e şanda Îmraliyê ya ser bi DEM Partiyê ve, roja Duşemê 14ê Îlona 2026an biçe Girava Îmraliyê û li gel Abdullah Ocalan bicive.
Li gorî gotina Temel, şandeya ku diçe serdana Ocalan ji Parlementera Wanê Pervin Buldan, Parlementerê Rihayê Mithat Sancar û parêzer Faik Ozgur Erol pêk tê. Şandeya Dem Partiyê herî dawî di 2ê Tebaxa borî de serdana Girava Îmraliyê kiribû û li wir hevdîtin pêk anîbû.
Abdullah Ocalan ji sala 1999an ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a li Girava Îmraliyê tê ragirtin. Di serdema dawî de DEM Partiyê gelek caran serdana Îmraliyê kiriye, da ku li ser pirsa kurd û pêvajoya aştiyê danûstandinan bike. Dem Partî bi berdewamî tekez dike ku rola Ocalan di arastekirina çareseriyê de, xwedî girîngiyeke sereke ye û daxwaza rakirina tecrîda li ser wî dike.
Ev serdan di demekê de pêk tê ku roja 10ê Tebaxa 2026an, li Parlamentoya Tirkiyeyê "Yasaya Çarçoveyê" ya Taybet bi Pêvajoya Çareseriyê hatibû pesendkirin. Naveroka vê yasayê taybet e bi diyarkirina çarenûsa wan gerîla û alîgirên PKKê yên ku amade ne çekên xwe deynin.
Li gorî xalên yasayê, ji bo destpêkirina pêngavan, pêwîst e ku dezgehên ewlehiyê yên fermî piştrast bibin ku PKK û rêxistinên girêdayî wê dawî li hemû çalakiyên xwe anîne û çek û teqemeniyên xwe radest kirine.