Festîvala Fîlmên Kurdî li Danîmarkayê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca danasîna sînema û çanda kurdî bo civaka Danîmarkayê û avakirina pireke çandî û hunerî di navbera her du gelan de, çalakiyên Festîvala Fîlmên Kurdî li Danîmarkayê didomin.

Rêveberê Festîvala Fîlmên Kurdî li Danîmarkayê Ciwan Osman îro 12ê Îlona 2026an, ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di heyama fêstîvalê de, çalakiyên me li ser pênc bajarên herî mezin ên Danîmarkayê hatine belavkirin; ev yek jî ji bo wê ye ku nîşandana fîlman tenê bi bajarekî sînordar nemîne û hejmareke zêdetir ji bîneran bikarin beşdarî vê bûyera hunerî bibin.”

Derbarê berhemên hatine hilbijartin de, Ciwan Osman diyar kir: “Pênc fîlmên kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê hatine hilbijartin. Fîlm bi zimanê kurdî tên nîşandan û jêrnivîsên danîmarkî ji bo wan hatine amadekirin, da ku beşdarên danîmarkî jî ji çîrok, pirsên civakî û mirovî yên di nava fîlman de baş fam bikin.”

Rêveberê festîvalê tekez kir, sînema amrazekî giring e ji bo naskirina dîrok, ziman û jiyana civakî ya kurdan. Li gorî gotina Osman, ev feêstîval ji bo derhêner û sînemakarên kurd derfetek e da ku berhemên wan li cihekî navneteweyî bêtir bên naskirin û piştevaniya wan bê kirin.

Osman bal kişand ser aliyê mirovî yê fêstîvalê û anî ziman: “Me biryar da ku beşek ji dahata firotina bilêtên fêstîvalê ji bo alîkariya jinên êzidî û dabînkirina pêwîstiyên zivistanê yên ji bo zarokên Rojavayê Kurdistanê were terxankirin. Fêstîvala me tenê nîşandana fîlman nîne, belkî armanca me girêdana hunerê ye bi berpirsiyariya mirovî re.”

Derbarê xelatan de jî, Ciwan Osman aşkere kir, di vê gera fêstîvalê de ti xelat nayên dabeşkirin; ji ber ku girîngiya sereke li ser nîşandana fîlman û çandiniya hevbeş a di navbera civaka kurdî û danîmarkî de ye.

Festîvala Fîlmên Kurdî li Danîmarkayê roja 4ê Îlona 2026an dest pê kiriye û dê heta sibe 13ê mehê bi nîşandana fîlmên xwe li bajaran berdewam bike.