Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê emîrekî DAIŞê li Xurmalê girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê ragihand ku di operasyonekê de li Xurmalê emîrekî koma terorîst a DAIŞê û 21 endamên din hatine girtin, ku hemî Kurd in û plana wan hebû di nîva vê mehê de çend çalakiyên terorîstî bikin.
Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê îro Yekşemê, 13ê Îlona 2026ê, ragihand ku şevêdî Şemiyê, 12ê Îlona 2026ê, seet 23:20, piştî rûbirûbûneke çekdarî li gel hêzên asayişê li Xurmalê, emîrekî koma DAIŞê hat girtin.
Li gorî wê ragihandinê, di dema 96 saetên borî de, bi fermana Serokê Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê û bi biryara Dadwerê Lêkolînê yê Asayişê, Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê bi hevkariya Rêveberiya Asayişa Parêzgeha Silêmaniyê û Helebceyê, hejmareka operasyonan li gorî madeya 2ê ya Terorê bi rê ve birin.
Di wan operasyonan de, du mefrezeyên çekdar ên DAIŞê û hejmareke endamên nihênî yên wê komê hatin girtin. Hejmara wan kesên ku hatine girtin gihîştiye 22 kesan û hemî jî Kurd in.
Hêzên ewlehiyê dest danîn ser hejmareka zêde ya çəkên giran, navîn û piçûk; herwiha hejmareka bombeyên destî, dûrbînên serbazî û teqemenî hatin hatin dîtin. Li gorî zanyaran, wê komê plan hebû ku di nîva meha Îlonê de çend çalakiyên terorîstî bikin.
Hemî kesên ku hatine girtin niha di bin lêkolînê de ne û hemî delîl di destê Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê û dadwer de ne. Operasyon bêyî ti zirarên canî bi dawî hat û Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê tekez dike ku di paşerojeka nêzîk de, ew dê hemî îtîraf û delîlan bo raya giştî eşkere bikin.