Pirsa mafên darayî yên cotkarên Kurdistanê li Bexdayê tê nîqaşkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Wezareta Çandin û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Wezîra Çandinê Bêgerd Talebanî gihîşt Bexdayê; biryar e serdana wan sê rojan bikişîne û li gel wezîrên çandinî, çavkaniyên avê û jîngehê yên Îraqê li ser mafên darayî yên cotkaran û pariya Herêma Kurdistanê ji bo salên 2025 û 2026an civînan bikin.

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, îro Yekşemê 13ê Îlona 2026ê, şanda Herêma Kurdistanê ku ji hejmareke rêveberên giştî yên wezaretê pêk tê, ji bo dema sê rojan li Bexdayê dimîne û hejmareka civînên fermî birêve dibe.

Herwesa şanda behskirî di çarçoveya serdana xwe de civînan li gel wezîrên çandinî, çavkaniyên avê û jîngehê yên hikûmeta federal dike. Civîn îro hatine destpêkirin û li gorî bernameya karên wan, saet 10:00 ê sibehê civîna yekê li gel Wezareta Çandinê ya Îraqê hatiye destpêkirin, û saet 12:00 ê nîvroyê ew şand dê li gel Wezareta Çavkaniyên Avê bicive; di qonaxa bê de jî dê li gel Wezareta Jîngehê bicive.

Amanca sereke ya vê serdanê nîqaşkirina çend pirsên giring e, bi taybetî jî mijara mafên darayî yên genimê cotkaran. Yek ji tewerên sereke diyarkirina pişka Herêma Kurdistanê ye ji wî pereyê ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî biryar daye her meh bi rêjeya 500 milyar dînaran bo cotkarên seranserî Îraqê terxan bike.

Ev terxankirina darayî bo dabînkirina pereyê genimê cotkaran ê salên 2025 û 2026an e, ku hikûmeta federal dixwaze bi awayekî dadperwerane li ser cotkarên Îraq û Herêma Kurdistanê belav bike. Pirsgrêka paşketina wergirtina pereyê genim yek ji wan astengiyan bû yên ku rûbirûyî cotkaran bûbû, bi awayekî ku hejmareka zêde ya cotkaran heta niha mafên xwe yên sala 2025ê wernegtine.