Pênc dibistanên nû radestî Rêveberiya Perwerdeya Dihokê tên kirin

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Veberhênanê li Parêzgeha Dihokê daxwaz ji Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Dihokê kir ku pênc dibistanên nû yên temamkirî di nav projeyên xwecihbûnê de werbigire, ku ev yek di çarçoveya amadekariyên sala nû ya xwendinê de ye.

Rêveberiya Veberhênanê ya Dihokê daxwaz ji Rêveberiya Perwerdeya Dihokê kiriye ku wan dibistanan werbigirin. Li gorî zanyarên Kurdistan24ê, ji tevahiya heşt dibistanên ku di nav projeyên xwecihbûnê yên Dihokê de dihatin çêkirin, pênc ji wan hatine temamkirin û proseya karkirinê di sê dibistanên din de jî berdewam e.

Rêveberê Giştî yê Perwerdeya Dihokê Segvan Elî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Li navenda Dihokê û hemî bajarkên derdorê pêdivîtiya me bi avahiyên nû heye, ji ber ku parek ji avahiyan kevn in û pêdivîtiya wan bi nûjenkirinê heye û li ser pareke din jî zexteke zêde heye."

Segvan Elî li ser dibistanên nû got: "Vê heftiyê em pênc dibistanên nû di nav projeyên xwecihbûnê de werdigirin û me hemî pêdivîtî û mamoste ji bo wan dabîn kirine." Herwiha tekez jî kir ku wergirtina wan pênc dibistanan dê parek ji pirsgirêka kêmî û nebûna avahiyan çareser bike û zexta li ser dibistanên din jî kêm bike.

Di derheqa awayê dewama dibistanan de, Rêveberê Perwerdeya Dihokê ron kir ku di ti dibistaneke sînorê wan de sê-dewamî nîne, lê di piraniya dibistanan de sîstema du-dewamiyê tê peyrewkirin. Herwiha eşkere jî kir ku di her neh qezayên parêzgeha Dihokê de pêdivîtiya wan bi çêkirina zêdetir dibistanan heye.

Li gorî amaran, 1 hezar û 521 dibistan li parêzgeha Dihokê hene, ku 1 hezar û 441 ji wan hikûmî ne û 80 dibistanên din jî nehikûmî ne. Herwiha 420 hezar şagird û 36 hezar mamoste û fermanber proseya xwendinê ya parêzgehê bi rê ve dibin.