1001 kesatiyên diyar piştgiriya xwe bo Pêvajoya Aşitiyê ragihand

Stenbol (K24) – Bi armanca çareserkirina pirsa Kurdî û biserxistina pêvajoya aşitiyê li Stenbolê, di pêşengtiya 1001 kesatiyên diyar ên Tirkiyeyê de kampîneka îmzeyan hate destpêkirin. Kesatiyên diyar bidawîbûna şerê PKKyê û dewleta Tirkiyeyê girîng dibînin, lê ji bo mayîndebûna aşitiyê daxwaza naskirina maf û nasnameya Kurdan dikin.

“Kampîna 1001 Îmze ji bo Aşitiyê û Komara Demokratîk” bi pişkdariyeke girseyî hate ragihandin. Di kampînê de 1001 kesatiyên diyar ên Tirkiyeyê piştgiriya xwe bo bêçekbûna PKKyê û bidawîbûna şerî ragihand û xwest ku dewleta Tirkiyeyê jî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê û nasnameya Kurdî nas bike, biryarên dadgeha mafê mirovan a Ewropayê bên bicihanîn û mafê hêviyê bo Abdullah Ocalanî jî bê naskirin. 

Yek jî îmzekeran, bi hinceta ku heta niha pêngaveka watedar nehatiye avêtin, rexne li dewleta Tirkiyeyê digire û li gor wê ev helwesta hikûmetê barê aşitîxwaz û mafperweran giran dike. Lê digel vê yekê jî, ew dê zorê bidin hikûmetê daku pêvajoyê bi ser bixin.

Abornas û Mafperwer Prof. Dr. Şebnem Korur di vî warî de got: “Xwezî ev kampîn rengîntir bûya, yên ku îmze dane ji xwe bi salane têkoşîna azadî, aşitî û demokrasiye dikin. Me dixwest aliyên dervayî vê têkoşînê jî di vê kampînê de cih bigirtana. Ji ber ku pêvajo bi zehmet bi rê ve diçe. Bi taybet helwesta dewletê zorê dide me.”

Prof. Dr. Şebnem Korur herwesa ragihand: “Dewletê heta niha jî pêngaveka watedar neavetiye. Lê dîsa jî bidawîbûna mirinan gelek bixêr e û em dê bi têkoşîna xwe zorê bidin dewletê daku pêvajo bi ser bikeve.”

Dayikên aşitiyê jî diyar dikin ku di vê pêvajoyê de daxwaza wan a sereke aşitiyeke birûmet, wate naskirina mafê Kurdan e. Eger na, êşa wan sivik nabe.

1001 bes hejmar nîne, di çîrokên berê yên cîhanê de wateya hêvî, ronahî û mûcîzeyê ye. Ev 1001 kesatiyên diyar jî dixwazin mûcîzeyek çê bibe, pêvajoya aşitiyê bi ser bikeve û pirsa Kurdan jî çareser bibe.