Supaya Pasdaran: Li Tengava Hurmizê mînek bi tankereke petrolê de teqiya
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê ragihand, tankera petrolê ya bi navê "Elgaya" li başûrê Tengava Hurmizê li mîneke deryayî ketiye, teqiya ye û bi temamî şewitiye. Supaya Pasdaran di heman demê de tekez kir ku tengav bi temamî li ber keştîvaniyê hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniya Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran, tankera navborî hewl daye di navçeyeke qedexekirî ya başûrê Tengava Hurmهzê re derbas bibe, lê li mîneke deryayî ketiye. Da zanîn ku hemû hewldanên vemirandina agir bêkêr bûne û keştî bi temamî şewitiye. Herwiha Supaya Pasdaran ew keştî wekî "supertanker" bi nav kir û hişyariya xwe ya berê dubare kir ku Tengava Hurmizê bi temamî li ber çûnûhatina keştiyan hatiye qedexekirin û di bin kontrola wan a xurt de ye.
Lê belê li gorî zanyariyên pêgehên navneteweyî yên çavdêriya keştîvaniyê yên mîna "MarineTraffic" û "VesselFinder", keştiya "Elgaya" ne supertankera hilgira petrola xav (VLCC) e, belkî tankereke qebare-navîn a ji bo veguhastina berhemên parzûnkirî yên petrolê wekî dîzel, benzîn an sotemeniya keştiyan ye. Ev keştî di sala 2005an de hatiye çêkirin, şiyana wê ya veguhastinê 47 hezar û 999 ton e û di bin ala Panamayê de kar dikir.
Tomarên rêyên deryavanî diyar dikin ku ev tanker roja 5ê Îlonê ji bendera Soharê ya li Sultanitiya Umanê ber bi lengergeha bendera Fuceyreyê ya li Îmarata Erebî bi rê ketibû.
Her wiha daxuyaniyên MarineTrafficê aşkere dikin ku roja 8ê Îlonê li Deryaya Umanê, dema ku keştî bi leza 12.3 girêkan (knot) ber bi bakur û arasteya Tengava Hurmizê ve diçû, sîstema wê ya şopandina otomatîk (AIS) ji nişka ve ji kar ketiye û ji ser nexşeya çavdêriyê wenda bûye; heta ku Supaya Pasdaran ragihand ku keştî li mînê ketiye û bi temamî şewitiye.