Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê dagirtina valahiyên ewlehiyê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a ewlehiyê ya Wezareta Pêşmerge ligel Rêveberê Giştî yê Hewalgirî û Ewlehiyê li Wezareta Berevaniyê ya Iraqê civiya; di civînê de pêşxistina asta hevahengiya ewlehiyê û danîna rêkarên hevbeş ji bo dagirtina valahiyên ewlehiyê yên navbera her du aliyan hatin gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, civîn li ser fermana nivîsîngeha Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokerkanê Artêşê birêve çûye. Di rûniştinê de her du aliyan zanyarî li ser kesên daxwazkirî parve kirine û plana dabeşkirina navçeyên çalakiyan û girtina derzên ewlehiyê yên li xetên hevkêşeyê nirxandine.

Rêveberê Giştî yê Hewalgirî û Ewlehiyê yê Wezareta Berevaniyê ya Iraqê tekez kir ku hevkariya di navbera dezgehên ewlehiyê û Hêzên Pêşmerge de, xizmeta ewlehî û aramiya seranserê Iraqê dike.

Li hember vê, şanda Wezareta Pêşmerge diyar kir ku Herêma Kurdistanê li ser raspardeya fermandariya xwe ya bilind, dê berdewam be li ser zêdekirina hevahengiya bi hikûmeta federal re.