Elî Zeydî: Em berhemanîna rojane ya petrolê bo 10 milyon bermîlan bilind dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî li Parîsê pêşwazî li serok û nûnerên kompaniyên gewre yên Fransayê kir û plana welatê xwe ya bo bilindkirina şiyana berhemanîna rojane ya petrola xav ji 4.8 milyon bermîlan bo 10 milyon bermîlan xiste rojevê. Zeydî her wiha lihevkirina xwe ya bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re li ser lidarxistina "Konferansa Bexda-Parîsê" li paytexta Iraqê aşkere kir.
Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê îro 14ê Îlona 2026an ragihand, di çarçoveya serdana wî ya fermî bo Fransayê de, Elî Zeydî li cihê mayîna xwe li gel rêveberên kompaniyên herî navdar ên fransî civiya ye, bi mebesta pêşxistina derfetên veberhênanê û berfirehkirina hebûna wan di bazara Iraqê de.
Zeydî tekez kir, Bexda wek hevkareke dîrokî û cihê baweriyê li Parîsê dinêre û soz da ku hikûmeta wî dê hemû hêsankariyên pêwîst û jîngeheke guncav dabîn bike ji bo hanên veberhênanê di sektorên dermançêkirinê, hêlên trênê, binesazî û pîşesaziya enerjiyê de.
Di dema hevdîtinê de, Serokwezîrê Iraqê bal kişand ser pêngavên nû yên di qada enerjiyê de û ragihand, Iraq kar dike ku asta berhemanîna petrola xav ji 4 milyon û 800 hezar bermîlan bo 10 milyon bermîlên rojane zêde bike, ku ev yek dê hevdem be ligel cîbicîkirina projeyên mezin ên derxistin û bikaranîna gaza hevalbend (gaza ligel petrolê).
Herwiha Zeydî bang li kompaniyên fransî kir ku beşdarî di sûdwergirtina ji jêderên dewlemend ên kanzayî yên Iraqê de bikin; bi taybetî kargeh û zeviyên şewatê (gogird), fosfat, sîlîka û pêşxistina sektora petrokîmyayê.
Di beşeke din a axaftina xwe de, Zeydî giringiya stratejîk a projeya "Rêya Pêşketinê" di asta cîhanî de anî ziman û destnîşan kir ku ev proje yek ji rêyên herî girîng ên girêdana aborî û ewlehiya zincîreyên dabînkirina kelûpelan e di navbera Kendav, Asya û Ewropayê de.
Serokwezîrê Iraqê her wiha da zanîn ku di çarçoveya hevdîtinên xwe yên ligel Emmanuel Macron de, li hev kirine ku amadekariyên fermî bo lidarxistina "Konferansa Hevbeş a Bexda-Parîsê" li bajarê Bexdayê dest pê bikin, da ku bibe derfeteke nû ji bo îmzekirina peymanên mezin û bihêzkirina hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de.