Zanîngeha Soranê ji bo sedsaliya kovara "Zarî Kurmancî" konferanseke zanistî lidar dixe
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta derbasbûna sed salî li ser derçûna yekem hejmara kovara dîrokî ya "Zarî Kurmancî" li bajarê Rewandizê, Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Soranê konferanseke zanistî ya neteweyî li ser rola kovarê û pêşengiya Husên Huznî Mukriyanî di dîroka rojnamevaniya kurdî de saz dike.
Rêveberê Ragihandinê yê Zanîngeha Soranê Rêber Ebdulxefar îro 14ê Îlona 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand: “Wekî erkekî neteweyî, dîrokî û akademîk li hember sedsaliya derçûna yekem hejmara kovara 'Zarî Kurmancî' ku di navbera salên 1926 heta 1932an li Rewandizê dihat weşandin, Zanîngeha Soranê dê di rojên 20 û 21ê Îlona 2026an de konferanseke zanistî li jêr dirûşma (Sedsaliya Kovara Zarî Kurmancî û Rola Husên Huznî Mukriyanî di Tevgera Rojnamevaniya Kurdî de) li parka zanîngehê lidar bixe.”
Rêber Ebdulxefar diyar kir, armanca sereke ya vê konferansê nirxandina dîrokî ya tevgera rojnamevaniya devera Rewandiz û Soranê ye, herwiha bilindnirxandina rola pêşeng a ronakbîr Husên Huznî Mukriyanî û dewlemendkirina lêkolînên akademîk e di beşên ziman, wêje, dîrok û wênegiriyê de.
Tewerên sereke yên konferansê ji van xalan pêk tên:
- Anîna dezgeha çapxaneyê ji bo Rewandizê û destpêkirina weşana kovarê ji aliyê Husên Huznî Mukriyanî ve.
- Pêgeha kovarê di pêşxistina rojnamevaniyê, nasnameya neteweyî û hişyariya siyasî û civakî de.
- Rengvedana zimanevanî, afirandina têgîn û zaravan, û wêjeya kurdî di rûpelên kovarê de.
- Rola kovarê di vekirina deriyên civaka kurdî ber bi huner, mûzexanevaniyê û tevgera wergerê de.
Rêveberê Ragihandinê yê Zanîngeha Soranê herwiha destnîşan kir ku lêkolînên zanistî bi her sê zimanên (kurdî, erebî û îngilîzî) û li gorî sîstema jêderdanê ya navneteweyî ya "Harvard"ê tên wergirtin. Beşdariya di konferansê de bêpere ye û hemû lêkolînên ku ji aliyê lijneya zanistî ve bên pejirandin, dê di hejmareke taybet a kovara zanistî ya zanîngehê ya bi navê "Twêjer" de werin weşandin.