Li Tirkiyeyê malbatên Kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dikin

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyeyê serdema nû ya perwerdehiyê dest pê kir ku li aliyekê malbat ji lêçûnên xwendekaran bigilî ne, ku malbat nikarin ji bin barê darayî yê pêdiviyên xwendekaran derbikevin, û li aliyekê jî bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in, ku tenê waneya bijare ya zimanê zikmakî heye ku ew jî hefteyê tenê 2 seetan e. Malbatên Kurd daxwaza perwerdehiya bi zimanê Kurdî dikin.

Li Tirkiyeyê 17 milyon xwendekar û 1 milyon û 200 hezar mamsoteyan dest bi serdema perwerdehiyê ya 2026-2027an kir. Serdema perwerdehiyê îsal jî bi pirsgirêkan dest pê kir, ku bi taybetî bi milyonan zarokên Kurd ji perwerdehiya bi zimanê zikmakî bêpar in û di pergala perwerdehiyê de waneya bijare ya zimanê Kurdî heye lê ew jî bo polên 5.6.7 û 8ê ye, ku hefteyê 2 seet in. Malbat û mamosteyên zimanê Kurdî dibêjin ku waneya bijare ya zimanê Kurdî derfetek girîng e lê divê perwerdehya zimanê zikmakî bo hemî qonaxan were nasîn.

Gulcîhan Guzel, ku dayik û mamosteya zimanê Kurdî ye, di vî warî de dibêje: “Hem wek dayîkek hem jî wek mamosteyek a zimanê Kurdî, ez kelecan im û xemgîn im jî. Ez kelecan im ji ber ku keça min dest bi dibisitanê dike û diçe pola yekem, ez xemgîn im ku ne bi zimanê xwe perwerdehiyê dibîne, arman û daxwaza me ew e ku zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin.”

Mizgîn Guzel a xwendekar jî dibêje: “Ez heta niha diçûm zarokistanê ango pêşdibistanê û ez bi Kurdî bi mamosteyan re diaxifîm, ez dixwazim ku dibistan jî bi Kurdî be lê mixabin ne Kurdî ye.”

Pirsgirêkek din jî ya qada perwerdehiyê ew e ku lêçûnên xwendekaran sal bi sal her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî lêkolînan bo xwendekarek nû dest bi dibistanê kirî, bihayê veguhastinê jî tê de kêmzêde 65 hezar lîre ne û malbat di vî warî de daxwaza alîkariyê ji saziyên fermî dikin.

Aysel Şenses Sulmaz jî, ku dayika xwendekarekî ye, radigihîne: “Kurê min 7 salî ye, îsal dest bi dibistanê kir, hîn gelek kêmasiyên me hene lê dîsa jî heta niha 10 hezar lîre lê çûne, bi rastî bi vî awayî jiyan gelek zehmet e, em dixwazin piştgiriya darayî bo malbatan were dayîn.”

Pirsgirêka ewlekariyê, ku sala borî êrîşî dibistanan hat kirin, pirsgirêka aboriyê ku qeyrana aboriyê ve girêdayî lêçûna xwendekaran zêde ye, pirsgirêka nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî, ev her 3 pirsgirêk di perwerdehiya îsal de dertên pêş.