Grûpên çekdar ên Iraqê plana kontrolkirina çekan red dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdar ên Iraqê plana hikûmetê ya ji bo kontrolkirina çekên derveyîrûpên çekdar ên Iraqê plana hikûmetê ya ji bo komkirina çekên derveyî kontrola dewletê red kirin. Tevî ku biryar e di 30ê vê mehê de erkê hêzên Amerîka û Hevpeymanan li Iraqê bidawî bibe, çekdarên ser bi van milîsan dest ji çekên xwe bernadin.

Li gorî zanyariyên ku jêderekî dane rojnameya "Şerqul-Ewset"ê, milîsên Iraqê bi piştevaniya Îranê karîne hewldanên hikûmetê yên ji bo bêçekkirinê pûç bikin; her çend Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî hewl dabû wan ji aliyê siyasî ve bixe bin givaşê.

Ji bo çareserkirina vê kêşeyê, lîderên siyasî yên wekî Nûrî Malikî û Mihemed Şiya Sûdanî di hefteyên borî de 4 caran bi Serokê Rêxistina Badr, Hadî Amirî re civiyan. Di hevdîtinan de tenê li ser wê yekê hatiye lihevkirin ku milîs "çekên xwe bi kar neynin", lê wan şert danî ku bi ti awayî dest ji çekên xwe bernadin.

Herwiha nûnerên milîsan rêkeftin hîn lawaztir kirine; wan xaleke nû zêde kiriye ku li gorî wê, di rewşeke taybet de (bêyî ku diyar bikin ka çi rewş e) rêkeftin tê betalkirin û dikarin dîsa dest bi karanîna çekan bikin.

Bi vî awayî, plana hikûmetê ya ku dixwest heta serê sala 2028an gav bi gav çekên van koman bixe bin desthilata dewletê bi temamî bê encam ma.