Hakan Fidan: Divê aloziyên Kendavê yekser bên rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê ragihand ku kişandina cengê bo Deryaya Reş û gefxwarina li ser jiyana welatiyên wan nayê qebûlkirin. Herwiha daxwaza rawestandina bilez a êrîşên li devera Kendavê kir û tekez li ser azadiya keştîvaniyê li Tengava Hurmizê kir.
Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Hakan Fidan îro Sêşemê, 15ê Îlona 2026ê, di civîneke rojnamevaniyê ya hevbeş de li gel hevtayê xwe yê Azerbaycanê li Bakuyê hişyarî da ku êrîşkirina ser keştiyan di Deryaya Reş de zirareke mezin digehîne ewlehiya keştîvaniya navdewletî.
Fidan tekez jî kir ku Tirkiye bi ti awayî avakirina metirsiyê li ser ewlehiya welatiyên xwe li wê deverê qebûl nake û eşkere jî kir ku welatê wî bizavên dîplomatîk zêde kirine, daku bi rêya lihevkirinekê çareseriyekê bo bidawîanîna cenga navbera Mosko û Kiyêvê bibîne.
Di derheqa aloziyên li Rojhilata Navîn de jî, Fidan diyar kir ku êrîşên leşkerî yên dualî li devera Kendavê hemî bizavên navdewletî bo hêwirkirina rewşê û bidawîanîna cenga navbera Amerîka û Îranê ji holê radikin. Daxwaz jî kir ku ew êrîş yekser bêne rawestandin û behsa wê yekê jî kir ku Enqere giringiyeke taybet dide parastina ewlehî û cîgirîya Îrana cîran.
Di pareke din a axaftina xwe de, Hakan Fidan tekez li ser giringiya dabînkirina azadiya hatin û çûna keştiyan di Tengava Hurmizê re kir û daxwaz kir ku rewş vegere beriya destpêkirina cengê. Rohn jî kir ku Tirkiye bo bidawîanîna vê alozîya mezin li gel hemî wan aliyên di nakokiyê de ne di peywendî û hevahengiyê de ye.