Pêşewa Hewramanî: Pêkanîna hikûmetê ji her demekê nêzîktir e
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku pêkanîna hikûmetê ji her demekê nêzîktir e û çalakkirina parlamentoyê dê serpişka karan be, eşkere jî kir ku şanda Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku para budceya sala 2027ê li gorî encamên serhijmêriya giştî ya şêniyan bê diyarkirin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro Çarşemê, 16ê Îlona 2026ê, bû mêvanê geşta nûçeyan a saet 19:00 a Kurdistan24ê û li ser reşnivîsa projeqanûna budceya 2027ê ragihand: "Şanda me daxwaz ji hikûmeta Îraqê dike ku li gorî serhijmêriya şêniyan para budceya Herêma Kurdistanê bê diyarkirin."
Di derheqa hebûna ti lihevkirinekê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de, Pêşewa Hewramanî diyar kir ku ew mijar dê biçe Parlamentoya Îraqê û li wê derê dê bê yeklaikirin, ji ber wê jî niha ti lihevkirinek nîne.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku divê hemî aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê pêkve erkê parastina mafên xelkê Kurdistanê bi cih bînin û got: "Îro di civîna Encûmena Wezîran de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku tiştê di karîna wî de be, dê ji bo parastina mafên xelkî bike."
Di derheqa civîna navbera Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî de, Pêşewa Hewramanî bal kişand ser wê yekê ku civîn beriya çend rojan hatiye kirin û civîneke erênî û di rewşeke zêde baş de bûye û hevfêmkirineka baş hebûye.
Navborî herwesa ragihand: "Bo qonaxa niha, çalakkirina Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê serpişka karan be, paşê pêkanîna hikûmetê dê bê nîqaşkirin, ku bi gotina PDK û YNKê danûstandinên baş di navbera wan de hene." Behsa wê yekê jî kir ku niha ji her demekê zêdetir pêkanîna hikûmetê nêzîk e.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar jî kir ku pêkanîna hikûmetê pêgeha Herêma Kurdistanê li beranber her sedemekê ku rûbirûyî Herêma Kurdistanê bibe bihêztir dike.
Li ser daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo zêdekirina rêjeya hinartina petrolê, Pêşewa Hewramanî ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Îraqê li ser wê mijarê berdewam di danûstandinan de ne, hikûmeta federal jî wê daxwazê fêm dike, lê heta niha razî nebûye.