Gotara Masrûr Barzanî li nav ahenga Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî, îro Pêncşemê, 17ê Îlona 2026ê, ahenga derçûnê ya gera 7ê ya xwendekarên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê birêve diçe.
Di merasîma îsal de, 122 xwendekar di çar kolêj û heşt bernameyên bekaloryosê de bawernameyan werdigirin, ku 68 ji wan derçûyên Kolêja Endezyariyê, 31 derçûyên Kolêja Huner û Zanistan, 13 derçûyên Kolêja Bazirganiyê û 10 jî derçûyên Kolêja Peristariyê ne.
Gotara Masrûr Barzanî:
Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar kekê Nêçîrvan Barzanî,
Serokê Hevpeymaniya Esasê rêzdar kekê Muhsîn Mendelawî,
Wezîrên rêzdar
Mêvanên Hêja,
Endamên Rêzdar ên Desteya Emîndaran,
Rêzdar Serokê Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê,
Rêzdar Cîgirên Serokê Zanîngehê,
Endam û Stafê Fakulteyê,
Endamên Parlamentoya Îraqê û Endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê,
Dayik û Bab û Malbatên Hêja,
Derçûyên Xwendekarên Gera 7ê ya Zanîngehê ya Sala 2026ê,
Êvara we baş.
Derçûyên Xweşevî, beriya ku ez dest bi axaftina xwe bikim, nihêrînekê bidin paş xwe û li wan kesên li pişt xwe binêrin; dayik û bab, xûşk û birayên we, mamoste û hevalên ku hûn gihandine vê derê. Îşev şeva wan jî ye, ji ber wê çepikeke germ ji bo wan lê bidin.
Niha jî binêrin kêleka xwe; îşev em bawernameya derçûnê pêşkêşî 122 derçûyan, 117 kes ji we tên ser vê sekoyê. Parek ji we ji navend û başûrê Îraqê hatine, hindek ji we ji seranserî Herêma Kurdistanê û hindek jî ji derveyî Îraqê hatine. Ji bajarên cuda, bawerî û zimanên cuda li ser yek maseyê civiyane. Zêdebarî çîroka cuda ya her yek ji we, hûn li vir in wekî yek pol, yek seko û yek paşroj. Ev ne hilkeftin e, belkî ev zanîngeh durist bo vê mebestê hatiye damezrandin.
Ez wekî Serokê Desteya Emîndarên Zanîngehê û wekî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li beranberî we rawestiyame, lê îşev ez wekî kesekî ji we re diaxivim ku baweriya wî bi we heye. 12 salan beriya niha, Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê xewnek bû, îşev hûn belge ne li ser wê yekê ku ew xewn layîqî wê yekê bû ku em bo wê têbikoşin.
Derçûna we di demeka giring de ye; Rojhilata Navîn derbaz bûye qonaxeke mezin a nediyarî û nearamiyê, Îraq di dilê wê hevkêşeyê de ye û rûbirûyî gefên navxweyî û derekî bûye. Li vir di Kurdistanê de, me zû hest bi wan metirsiyan kir û em bi bilez ligel hevparên xwe yên li Bexdayê ketine livînê. Îro di çarçoveya hikûmeta Serokwezîr rêzdar Elî Zeydî de, bizavên me yên hevpar payeya Îraqeke nû damezrandiye; hikûmetek ku me biryar daye bi temamî û çalakane piştgiriya wê bikin, di demekê de ku rûbirûyî asteng û dijwariyên siyasî, ewlehî û aborî yên Îraqê û deverê dibe.
Piştgiriya me tenê axaftin nîne, ji ber ku dema derketina şer di Tengava Hurmizê de dever hejand, Herêma Kurdistanê di hinardekirina petrola Îraqê de alîkar bû. Dema welatiyên Îraqê yên derveyî Herêma Kurdistanê pêdiviya wan bi elektrîkê bû, me bo wan dabîn kir; ew jî di demekê de bû ku Herêma Kurdistanê bi xwe jî pêdivî bi elektrîkê bû. Hevparî bi vî rengî ye, avakirina dezgehên dewleta Îraqê di kiryarê de bi vî rengî ye, ji ber ku em tê digihin ku saziya xurt bo welatiyên asayî bi wateya çi ye; wate dadperwerî, tenahî û paşrojek ku li ser behreyê hatibe avakirin ne li ser bingehê peywendî û berjewendiyan.
Me ev kar di demekê de kirine ku em di bin êrîşan de bûn; Herêma Kurdistanê rûbirûyî helmeteka giran a terorîstî bû, zêdetirî hezar dron û mûşekan arasteyî jêrxane, aborî û pêşketina me hatine kirin. Armanca wan ew bû ku Kurdistanê ji pêşketinê leng bikin, lê bi ser neketin. Em xweragir bûn û me xwe ragirt, em ligel hevparên xwe yên li Bexdayê pêxemetî hemî Îraqê di karkirinê de berdewam bûn. Em rûbirûyî DAÎŞê bûn û me ligel hevpar û hevpeymanên xwe DAÎŞ şikand, niha jî bi eynî awayî em rûbirûyî van gefan dibin û wan dişikînin.
Ez dixwazim ev rastî li bîra we be: Îraqeke xurt pêdivî bi Kurdistaneke xurt heye; Kurdistaneke xurt aştî û xweşguzeraniyê bo tevahiya deverê tîne. Kurdistaneke xurt jî pêdivîtî bi yekrêziyê heye. Ev rastî bingeha rêberî û raspardeya Cenabê Serok Mesûd Barzanî ye û bi eynî awayî, bingeha rêberê nîştimanî û bavê damezrêner Mistefa Barzanî bû, ku navê wî li ser avahiya damezrandina vê kempusê hatiye helkolîn û ew bingeh e jî ya ku em rojane kar pê dikin.
Em pêşengên deverê ne di çanda parvekirina deshilatê de, me hevparî hilbijart di demekê de ku yên din serdestî hilbijart. Di parastina vê bingehê de em berdewam dibin; li Hewlêrê, li Bexdayê û li her cihê ku dengê me bigihîjê.
We çar sal di bin siya wê bingehê de derbas kirin; di her projeyeke bi hev re de ligel hevpolekî xwe ji bajarekî din, di her şeveke dereng ya pirtûkxaneyê de li rex kesekî ku çîroka wî ji ya te cuda ye. Hûn belgeyên zîndî ne ku ev ezmûn bi ser dikeve.
Niha jî da behsa vê zanîngeha we bo we bikim, ku hûn wê dihêlin, ez dixwazim ji we re bibêjim ku ev zanîngeh ber bi ku ve pêngavan diavêje:
Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê ji ber jêhatîbûna akademîk îtîraf bi dest xistiye; yekem zanîngeh e di Îraqê de ku pileya berbijariyê ji aliyê Desteya Îtîrafên Dezgehî ya Amerîkayî ve pê hatiye dan, yekem zanîngeha Îraqê ye jî ku îtîrafên Amerîkayê di bernameya peristariyê de bi dest xistibe.
Helsengandin û nirxandina berfireh ku me bi standardên navdewletî ve girê dide; hêsankarî û alavên pêşketî, zanîngehek ku bi sîstem tê birêvebirin ne tenê bi kesan; zanîngeheke dezgehê ye û bo manê hatiye avakirin. Ev destkeftî di yek dehsalê de hatine bicihanîn û ez pê serbilind im.
Lê em tenê bi vê ranawestin, ji ber ku başbûn di tiştekî de bi wateya çêkirina bandora xwestî nayê; lewma erkê me di dehsala bê de ev e: ji nayabiyê ber bi bandorê ve biçin. Êdî em standardên xwe nakin yekane pîverê helsengandinê, belkî em destkeftiyên xwe bi wê cudahiyê dipîvin ku di xweşguzeranî û xurtkirina saziyan û jiyana gelan de çê dikin.
Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê dê bibe nimûne, wekî çawa niha bo gelek destpêşxeriyên din nimûne ye. Heta sala 2035ê, dîtina me sade û wêrekane ye: Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê dê bibe bijardeya yekem a xwendekaran.
Ev bandor ji vir dest pê dike; îro min Mala Xwendekaran a nû ya kuran vekir, ku yekem avahî ye di tevahiya Îraqê de bawernameya zêrîn a LEEDê bi dest diîne. Ew kesên dizanin bo bidestxistina “LEED Gold”ê divê çi bê kirin, di mezinahiya vê destkeftiyê digehin; ji ber ku pîver bandora enerjiyê, parastina avê, cûnên keresteyan û heta tenduristiya xwecihan û yên di avahiyê de kar dikin vedigire. Ev avahî bi bilindtirîn standarda navdewletî li vir li Dihokê hatiye avakirin û dê bo tevahiya welatî bibe nimûne. Wekî Serokê Desteya Emîndaran û Serokwezîr, ez bi parastina jîngehê pabend im û ez dixwazim derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê avakerên vê tevgerê bin.
Ya ku ez ji we dixwazim ev e: pabendî bilindtirîn standardên exlaqî bin, xwe wan deman jî ku kes çavdêriya we nake. Di her cihê cîhanê de bin, bila welat û nasnameyên we li bîra we bin. Wefadar bin bo wê civaka ku veberhênan di we de kiriye. Li bîra we be ku beriya hûn bi xwe pê bihesin, hin kesên din bawerî bi we hebû. Bila rêz û hezkirina we bo vê axê û vê gerestêrê hebe. Bingehen demokrasî, dadperwerî û wekheviyê bi cih bînin; li destpêkê di jiyana xwe de û paşê di wê civakê de ya ku hûn ava dikin.
Ji bo ku hûn rêbertî û pêşengiyê bikin, li benda destûrê ji ti kesî nebin. Li bendê nebin ku kesek tiştekî çê bike ku bi we tê çêkirin. Rêyê bi ti kesî nedin ku gumanê di şiyanên we de bike, an jî wan kesên ku reşbîn in, heta rêyê bi tirsa nav dilê xwe jî nedin ku ji we re bibêje ev dever pêş nakeve; belkî dikare û pêş dikeve, pêşketina wê jî dê li ser destê kesên wekî we be.
Hûn hatine vir da ku fêr bibin, niha jî ku hûn ji vir diçin, hûn nîşanî cîhanê didin ku hûn dikarin çi bikin.
Pîroz be li derçûyên 2026ê.
Serkeftî bin û ez hêvîdar im her dem cihê serbilindiya me bin.