Erdogan bo cara dawiyê xwe bo Serokatiya Tirkiyeyê kandîd dike

Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Bilind ê Serokatiya Komara Tirkiyeyê ragihand ku ew pêşbînî dike ku gera bê ya hilbijartinên serokatiya Tirkiyeyê di 16ê Nîsana 2028ê de bê kirin û di wê gera hilbijartinan de Recep Tayyip Erdogan bo cara dawiyê xwe bo  posta serokkomariyê berbijar bike.

Şêwirmendê Bilind ê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Mehmet Uçum di daxuyaniyekê de diyar kir: "Ez pêşbînî dikim ku hilbijartin di 16ê Nîsana 2028ê de bêne kirin. Ev dîrok bi salvegera pîrozkirina sîstema serokatiyê re di guhartina destûrî de hevdem e û amajeyeka wê ya sembolîk heye, herwiha Recep Tayyip Erdogan bo cara dawiyê dê bibe berbijar."

Ev jî di demekê de ye ku Şêwirmendê Koçka Serokatiya Tirkiyeyê di meha Hezîrana borî ya sala 2026ê de di gotarekê de pêşniyar kiribû ku Parlamentoya Tirkiyeyê di navbera 9 heta 15ê Şibata 2028ê de biryara nûkirin û pêşxistina hilbijartinan bide.

Wî bal kişandibû ser wê yekê jî ku di destûrê de hatiye, eger parlamento biryara nûkirina hilbijartinan bide, rê bi Erdogan tê dan ku şertê wî yê qanûnî hebe ku dîsa xwe berbijar bike. Eşkere jî kiribû ku ev pêngav ji aliyê siyasî ve wekî "hilbijartina pêşdem" nayê hesibandin, belkî tenê sê hefte ji dîroka xwe ya asayî ku 7ê Gulana 2028ê ye tê pêşxistin.

Li gorî destûrê niha yê Tirkiyeyê, serokkomar tenê dikare bo du geran li ser hev di posta xwe de bimîne. Recep Tayyip Erdogan ku di hilbijartinên sala 2023ê de bo gera duyê di sîstema nû ya serokatiyê de hatibû hilbijartin, gera xwe ya duyê û dawiyê birêve dibe; lê li gorî madeyeke destûrî, eger Parlamentoya Tirkiyeyê beriya bidawîhatina gerê biryara hilweşandina parlamentoyê û pêşxistina hilbijartinan bide, maf bi serokkomarê niha tê dan ku bo gereke din jî xwe berbijar bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê û Rêberê Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) Recep Tayyip Erdogan di 26ê Şibata 1954ê de li Stenbolê bûye. Destpêka jiyana wî ya siyasî bi rêya xebitîna di partiyên Îslamî de û wergirtina posta şaredariya Stenbolê li sala 1994ê dest pê kir, ku tê de serkeftineke berçav di birêvebirina bajarî de bi dest xist.

Wî li sala 2001ê Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) damezrand û di sala 2003ê de bû Serokwezîrê Tirkiyeyê. Di sala 2014ê de wekî serokkomarê yekê bi rêya dengdana rasterast a gel hate hilbijartin û di salên paştir de karî sîstema siyasî ya Tirkiyeyê ji parlamentoyê bo serokatiyê veguhêze.