Mesrûr Barzanî Mala Xwendekaran a Kuran li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê vedike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Mala Xwendekaran a Kuran li Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê (AUK) li Dihokê vedike.
Ev avahî bi wergirtina 62 xalan di vavartina LEED BD+C de bûye avahiyê yekê li seranserî Îraq û Herêma Kurdistanê, ku bawernameya zêrîn a navdewletî ji Encûmena Avahîsaziya Jîngehdost a Amerîkayî werdigire.
Ev avahiya nûjen ji 6 qatan pêk tê û rûberê wê zêdetirî 10 hezar metreyên ducarkî ye. Avahî ji 103 odeyên nivistinê pêk tê û cihê xwecihbûna 183 heta 200 xwendokaran di çarçoveya odeyên yekkesî, duukesî û odeyên girêdayî kesên xwedan pêdiviyên taybet heye. Herwiha di her qatekê de metbex, cihê xwarinê, cilşûştina hevpar, hola werzîşê ya pêşkeftî û holên taybet a xwendin û bêhnvedanê hatine dabînkirin.
Taybetmendiyên Jîngehdostî û Sîstemên Avahiyê:
- Rûberên Kesk: 30% ji rûberê vê projeyê bo cihên vekirî û 25% bo baxçe û keskatiyê hatiye terxankirin.
- Kêmkirina Enerjiyê: 75% ji ronahiya navxweyî bi rêya enerjiya rojê tê dabînkirin; ji ber bikarînana sîstema rojê (PV) û alavên hişmend ên hênikkirinê, bikarînana elektrîkê 20% hatiye kêmkirin.
- Parastina Avê: Sîstema komkirina ava baranê û bikaranîna ava çareserkirî hatiye bicihanîn, ku ti ava paqij a vexwarinê bo avdana keskatiyê nayê bikaranîn.
- Rêyên Nûjen: Rêyên girêdayî bisikletan, 3 westgehên şarjkirina timbêlên elektrîkî (EV), sîstema pêşkeftî ya vezîvirandinê (recycling) û kontrolkirina ronahiya şevan hatine danîn.