Serperiştyarê "Hejmara Min": Di nêzîk de xizmeta qerzdayînê bo mûçexoran tê çalakkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serperiştyarê projeya "Hejmara Min" ragihand ku di demeka nêzîk de xizmetkariya qerzdayînê bo mûçexoran tê çalakkirin, herwiha rêkarên guhartina bankan bo fermanberan bi rengekê dîjîtal tê hêsankirin.

Serperiştyarê projeya "Hejmara Min" Araz Salih îro Înê, 18ê Îlona 2026ê, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Yek ji şert û pîverên sereke, bo wan bankên di projeya Hejmara Min de pişkdar in, pabendkirina wan bû bi qerzdayîna bo mûçexoran, di wê çarçoveyê de jî di demeka nêzîk de xizmetkariya qerzdayînê çalak dibe, her bankekê dê çend cûnên qerzan hebin û mûçexor dikarin feydeyî jê werbigirin."

Li ser guhartina bankê ji aliyê mûçexoran ve jî, Serperiştyarê projeyê diyar kir: "Ew bankên di projeya Hejmara Min de pişkdar in bankên gelek baş, cihê baweriyê ne û bi wî pîverî hatine hilbijartin ku divê baştrîn xizmetkariyan pêşkêş bikin, lewma di demeka gelek nêzîk de her mûçexorekê bixwaze banka xwe bo bankeke din a pişkdar di projeyê de biguhêre, dikare bi rêyeke gelek hêsan a dîjîtal wî karî bike."

Li ser amarên wergirtina mûçeyan bi rêya projeyê jî, Araz Salih eşkere kir: "Rêjeya wan fermanberên ku bi rêya Hejmara Min mûçeyên xwe werdigirin li parêzgehên Hewlêr û Dihokê gihîştiye 99% û li parêzgehên Silêmanî û Helebçeyê jî 98% ye."

Serperiştyarê Hejmara Min bo Kurdistan24ê behsa berfirehkirina tora amûrên wergirtina pereyan (ATM) kir û got: "Heta dawiya îsal zêdetirî hezar amûrên ATMê li seranserî Herêma Kurdistanê têne danîn, di eynî demê de tîmên Hejmara Min ligel bankan dê berdewam li ser xetê bin, da ku wan amûran ti pirsgirêk nebin û bi rengekê berdewam nextîne (pere) tê de hebe."