Li Stenbolê hezar xwendekar ji dersa Kurdiyê hatin bêparkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Esenyurtê ya girêdayî parêzgeha Stenbolê, nêzîkî hezar xwendekaran bo sala nû ya xwendinê dersa bijarde ya zimanê Kurdî hilbijartiye, lê ji ber ku Wezarêta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê ti mamostayekî pispor bo dibistanan diyar nekiriye, ew gişt xwendekar ji mafê xwe yê qanûnî yê fêrbûna zimanê dayikê hatine bêparkirin.

Subhî Ozgen ê parêzer di Benda Zimanê Kurdî (HEZKURD) de îro Înê, 18ê Îlona 2026ê, ragihand ku bo sala xwendinê ya 2026-2027ê û piştî kempeynên hişyarkirinê li ser girîngiya dersa bijarde ya Kurdî, li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê nêzîkî hezar xwendekaran di dibistanên cuda cuda de navê xwe bo xwendina vê dersê tomar kirin.

Subhî Ozgen diyar jî kir ku rêveberiya dibistanên wê deverê jî li ser bingeha daxwaziya malbatan, bi fermî daxwaza dabînkirina mamostayên zimanê Kurdî ji Wezarêta Perwerdeyê kiribûn, da ku ew pol bên vekirin.

Nûnerê HEZKURDê ron jî kir ku dema hilbijartina dersan di meha Sibata 2026ê de bi dawî hatibû û gişt daxwazî jî bi awayekî fermî bo sîstema Wezarêta Perwerdeyê hatibûn bilindkirin, da ku mamosta beriya destpêkirina werzê nû bêne dabînkirin, lê zêdebarî destpêkirina dewama fermî ya sala nû, wezarêtê ti mamostayek danemezrandiye.

Navborî tekez jî kir ku vê rewşê rêveberiya dibistanan û malbatan li Esenyurtê xistiye nav arêşe û fikarên mezin, ji ber ku rêyê li bicihanîna mafekî qanûnî digire, ku di destûrê de bo xwendekaran hatiye dabînkirin.

Di pareka din a axaftina xwe de, parêzer Subhî Ozgen eşkere kir ku ji 7ê Îlonê ve bi fermî daxwaza civînê ji Wezîrê Perwerdeya Neteweyî ya Tirkiyeyê Yusuf Tekin kiriye, da ku rasterast pirsgirêk û astengiyên li ber xwendina zimanê Kurdî ligel wî nîqaş bikin, lê wezîr heta niha ti bersiv nedaye daxwaziya wan. 

Tevgera Zimanê Kurdî daxwaz ji Wezarêta Perwerdeyê û aliyên peywendîdar yên hikûmetê dike ku yekser û bi bi lez mamostayên pêdivî bo dibistanên Esenyurtê dabîn bikin, da ku sala xwendinê ji dest neçe û xwendekar ji vî mafê xwe bêpar nemînin.