Parêzgarê Dêrezorê: Hûrgiliyên teqîna Eyyaşê û hejmara kuştiyan aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Sûriyeyê ragihandin, ji ber teqîna depoyeke cebilxane û çekan li pêgeheke leşkerî ya Artêşa Sûriyeyê li devera Eyyaşê ya rojavayê Dêrezorê, herî kêm 6 kesan canê xwe ji dest daye û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Parêzgarê Dêrezorê îro 19ê Îlona 2026an di daxuyaniyeke çapemeniyê de aşkere kir, teqîn şeva borî di depoyeke çekan a nêzîkî gundê Eyyaşê de qewimiye. Da zanîn jî, heta niha termê 6 kesan hatiye dîtin, lê tîmên pispor ji bo dîtina kesên windayî, xebatên xwe yên lêgerîn û rizgarkirinê didomînin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, yekser piştî bûyerê hemû rênima û tedbîrên pêwîst hatine wergirtin û ji bo ronîkirina sedem û hûrgiliyên vê teqînê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Ragihandin û Pêwendiyan a Wezareta Berwvaniyê ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê bûyer piştrast kir û ragihand, teqîn li yek ji navendên wan ên li herêma Eyyaşê rû daye. Wezaretê diyar kir ku lêpirsînên ji bo diyarkirina sedema teqînê û texmînkirina qebareyê zirarên madî û mirovî hîn jî berdewam dikin.