“Tevahiya Welêt di Yek Birînê de”: Helbestên bijarte yên Husên Hebeş bi spanî hatin weşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Komek ji helbestên bijarte yên helbestvanê navdar ê Kurd Husên Hebeş bo zimanê spanî hatin wergerandin û di pirtûkekê de li bajarê New Yorkê hatin çapkirin. Pirtûk bi navê “TODA LA PATRIA EN UNA HERIDA” (Tevahiya Welêt di Yek Birînê de) ye.

Ev berhema nû bi hevkariya hevbeş a Weşanxaneya navdar “Nueva York Poetry Press” a li New Yorkê û Festîvala Helbestê ya Navneteweyî ya Turrialba ya li Kosta Rîkayê hatiye weşandin.

Pirtûk di çarçoveya rêzepirtûkên bi navê "Derbaskirina Avê" (Crossing the Water) de cih digire, ku rêzeyeke taybet e ji bo rêzgirtin û rûmeta helbestvana mezin a Amerîkî Sylvia Plath hatiye terxankirin.

Ev antolojiya nû ji 150 rûpelan pêk tê û berhema keda komeke bijarte ya wergêrên profesyonel e, ku helbestên herî berbiçav ên Hebeş ji qonax û pirtûkên wî yên cuda wergerandine zimanê spanî.

Pêşgotina vê berhevokê ji aliyê helbestvana naskirî ya Salvadorî Karla Coreas ve, ku li New Yorkê dijî, hatiye nivîsandin. Wêneyê li ser bergê pirtûkê jî ji aliyê hunermendê dîtbarî yê Kosta Rîkayî Osvaldo Sequeira ve hatiye amadekirin. 

Ev berhem pireke nû ya wêjeyî ava dike, da ku êş, birîn û nasnameya Kurdî bi rêya helbestê bigihîne ber destê xwendevanên spanîaxêv li seranserî cîhanê

Husên Hebeş di çend xêzan de?

Helbestvan Husên M. Hebeş di sala 1970î de li gundê Şiyê yê herêma Efrînê ji dayik bûye û ji dawiya sala 1996an ve li Almanyayê dijî.

Heta niha 26 pirtûkên wî yên helbestê bi zimanên kurdî, erebî, spanî, îngilîzî, fransî, çînî, bengalî û romanî li seranserî cîhanê hatine çapkirin.

Helbestên wî bo bêtirî 30 zimanên zindî yên cîhanê hatine wergerandin û di nava zêdetirî 200 antolojiyên navneteweyî de cih girtine.

Hebeş xwediyê gelek xelatên giranbiha yên navneteweyî ye; di nav wan de Xelata Helbestvanê Herî Baş (Çîn, 2016), Xelata Hamid Bedirxan (2022), Xelata Navneteweyî ya Bosnian Stećak (Bosna, 2022), Xelata Arîstoteles (Yewnanistan, 2022), Xelata Kathak (Bangladeş/Hindistan, 2024) û Xelata Indija Pro Poet (Sirbistan, 2025). Her wiha di sala 2025an de ji bo xwendina helbestê li mala jidayikbûna helbestvanê navdar ê Amerîkî Walt Whitman hatibû vexwendin.

Helbestvanê Kurd ê Efrînî Husên Hebeş nûnertiya helbesta kurdî di dehan festîvalên navneteweyî de li Amerîka, Ewropa, Asya û Amerîkaya Latîn kiriye.