Supaya Pasdaran: Du keştî li Tengava Hurmizê li mînên deryayî ketin û teqiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Hêza Deryayî ya Supaya Pasdarên Îranê ragihand, du keştiyên mezin ên ku wekî "binpêkar" bi nav kirine, di dema derbasbûna ji rêgeheke bêdestûr a li Tengava Hurmizê de, ji ber ku li mayînên deryayî ketine, teqiyane.
Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran îro Duşemê (23ê Mijdara 2026an) di daxuyaniyekê de diyar kir ku piştî bûyerê keştî li bakurê Girava Xenamê ya Omanê û rojhilatê Tengava Hurmizê rawestiyane.
Hevdem duh jî, Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê di daxuyaniyeke cuda de ragihandibû ku sibeha wê rojê du keştiyên petrolê yên binpêkar li rojhilatê Tengava Hurmizê ji ber lêketina mayînên deryayî agir bi wan ketiye.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku keştî berevajî hişyariyên berê û piştî vemirandina sîstema nasandin û hatinûçûna deryayî, derbasî herêma qedexekirî ya li rojhilatê Tengava Hurmizê bûne; ev yek jî bûye sedem ku li mayînên deryayî bikevin û agir bi wan bikeve.
Rêveberiya Pêwendiyên Giştî ya Hêza Deryayî ya Artêşa Îranê tekez kir ku xwedî, rêveber û aliyên ku serperiştiya arastekirina wan keştiyan dikin, yên ku "guh nadin hişyariyan û piştî vemirandina sîstemên hatinûçûnê li herêmên qedexekirî digerin", berpirsiyariya rasterast a encam û ziyanên ku digihîjin keştiyên petrolê hildigirin.
Di çend hefteyên borî de, herêmê rêzebûyerên girêdayî keştî û keştiyên bazirganî bi xwe ve dîtine. Aliyên Îranî û Desteya Operasyonên Bazirganiya Deryayî ya Brîtanyayê ragihandibûn ku keştî rastî teqîn û şewatê hatine.