Mustafa Ozçelîk: Yekxistina Hêzên Pêşmerge gaveke dîrokî ye û hêviya yekrêziyê geş dike

Navenda Nûçeyan (K24) –  Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi daxuyaniyekê pêşwazî li yekxistina temamî ya Hêzên Pêşmerge kir û ev biryar wekî "gaveke dîrokî, neteweyî û niştimanî" bi nav kir.

Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk îro 21ê Îlona 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, ew bi kelecaneke neteweyî, dilxweşî û coşeke mezin vê pêngavê pîroz dikin. Herwiha got: "Yekkirina hêzên Pêşmerge, li hember hemû xêrnexwazên Kurdistanê peyam û hêza niştimanî ya sereke ye; her wiha bingeha geşkirina hêviya yekrêziya nav mala kurd e."

Daxuyaniya Serokê Giştî yê PWKê:

Îro, li Hewlerê bi merasîmekê, di bin sîwana Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Kurdistanê de yekkirina hemû hêzên peşmerge yên Başûrê Kurdistanê hate hatin ragihandin.

Em bi kelecaneke neteweyî, bi dilxweşî û bi coşeke mezin pêşewazîya yekkirina hêzên peşmerge dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û rêvebirên Herêma Kurdistaê beşdarî vê merasîmê bûn.

Di merasîmê de Serokê Herêma Kurdistaê Nêçirvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl axivîn.

Di van axaftinan de hate ragehandin ku bi dehan hezar Pêşmergeyên Yekeyên 70 û 80yî dikevin nava çarçoveyeke yekgirtî ya leşkerî ya niştimanî.Ew dê êdî rasterast di bin fermandarîya Wezareta Pêşmerge de bin.

Yekkirina hêzên pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê gaveke dîrokî, neteweyî, niştimanî ye.

Yekkirina hêzên pêşmerge, li himberî hemû xêrnexwazên Kurdistanê mesaj û hêza niştimanî ya sereke ye; bingehê geşkirina hêvîya yekrêzîya nav mala kurd e. 

Em hêvî dikin ku yekkirina hêzên peşmerge bibe destpêka ava kirina Hikûmetek Hevbeş ya Herêma Kurdistanê, bibe destpêka yekkirina dezgehên aborî, îdarî, ewlekarî, dîplomasî û hemû dezgehên fermî yê Herêma Kurdistanê.

Ji ber piştgirî û biryardarîya wan a ji bo vê pêvajoya yekkirina hêzên peşmerge, em spasîya Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û hemû kesayet û rêvebirên ku keda wan di vê yekkirinê de hene dikin, em wan pîroz dikin.

Yekkirina hêzên peşmerge li gelê me yê Başûrê Kurdistanê û li hemû kurdên cîhanê pîroz be.