Serokwezîrê Îraqê yekxistina Hêzên Pêşmergeyan li gelê Kurdistanê pîroz kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê pîrozbahî li gelê Kurdistanê û Hêzên Pêşmergeyan kir, bi helkefta temambûna proseya yekxistina yekîneyên leşkerî di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, û ev gav wekî stûneke girîng bo çespandina ewlehiya neteweyî û yekrêziya biryara berevaniya welatî bi nav kir.
Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, li ser tora civakî ya Xê peyamek bi helkefta yekxistina Hêzên Pêşmergeyan belav kir û tê de nivîsî: "Em pîrozbahiyê li gelê xwe yê li Herêma Kurdistanê û lehengên Pêşmerge dikin, bi helkefta temambûna yekxistina pêkhateyên wan di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, bi awayekî ku bibe sedema bihêzkirina ewlehiya neteweyî û çespandina karê dezgehî."
Serokwezîrê Îraqê herwesa ragihand: "Yekxistina hêzên ewlehî û leşkerî di çarçoveyeke destûrî û qanûnî de û bihêzkirina hevahengiya navbera gişt hêzên çekdar ên Îraqê û pêkhateyên wê bo çespandina ewlehiya welatê me û yekgirtina biryara me ya berevaniyê gaveke girîng e."
Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.
Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.