PDK daxwaza damezrandina desteyekê bo parastina mafan dike

Daner Ebdulxefar
Daner Ebdulxefar

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê ragihand ku li gorî xala 105ê ya destûrê Îraqê, pêdivî ye desteyek bo parastina mafên Herêma Kurdistanê û wan parêzgehên neketine di sînorê ti herêmekê de bê avakirin, da ku tevlî birêvebirina dezgehên federalî bibin.

Berdevkê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Îraqê Daner Ebdulxefar îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku xala 105ê ya destûrê Îraqê behsa çêkirina desteyekê bo parastina mafên Herêma Kurdistanê û wan parêzgehên li dervayî her herêmekê ne dike.

Berdevkê Fraksiyona PDKê amaje da ku armanc ji çêkirina vê dezgehê tevlîbûna di birêvebirina dezgehên dewleta federalî, şandiyên dîplomatî, şandên navdewletî û bidestveanîna bursên xwendinê de.

Di pareke din a axvtina xwe de, Daner Ebdulxefar eşkere kir ku ev deste di nav qanûna hejmar 26 a sala 2016ê de derketiye, ku rêkar û rengê çêkirina wê dezgehê tê de hatine zelalkirin, belê ji wê demê heta niha ev destê nehatiye çêkirin, lewma daxwaziyek bi morkirina 75 endamên parlamentoyê daye Serokatiya Parlamentoyê û wan jî nivîsarek bo Encûmena Wezîran a Federalî şandiye, da ku rênimayîyên pêdivî bo çêkirina vê desteyê derbixin.

Li gorî gotina Berdevkê Fraksiyona PDKê, hejmareke wezaretan û hemî parêzgehên Îraqê û Herêma Kurdistanê dê di vê dezgehê de xwedî nûnertî bin.

Ev jî di demekê de ye ku tevî derbasbûna gelek salan di ser pejirandina destûrî û derketina qanûna hejmar 26 a sala 2016ê bo rêkxistina vê desteyê re, lê heta niha Hikûmeta Federalî ya Îraqê gavên kiryarkî bo pêkanîna wê neavêtine. 

Nebûna vê dezgehê bûye sedema wê yekê ku gelek caran gazinc û rexneyên tund ji aliyê Herêma Kurdistanê ve arasteyî Bexdayê bêne kirin, ji ber paşguhxistina Kurdan di postên dîplomatî û derfetên din de li ser astê federalî.