Konsulxaneya Almanyayê li Hewlêrê: Yekxistina hêzên Pêşmergeyan demeke dîrokî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê li Hewlêrê di peyamekê de proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan wekî "demeke dîrokî" bi nav kir, û tekez kir ku ev destkeftî gaveka girîng e ber bi avaakirina dezgehên leşkerî yên bihêztir û garantîkirina ewlehî û tenahiyê bo Herêma Kurdistanê.

Konsulxaneya Giştî ya Almanyayê li Hewlêrê îro Duşemê, 21ê Îlona 2026ê, di hesabê xwe yê taybet de li ser tora civakî ya "X"ê peyamek bi helkefta yekxistina Hêzên Pêşmergeyan belav kir û tê de bala xwe da ser girîngiya gavên yekxistina yekîneyên cuda cuda yên Hêza Pêşmergeyan di bin sîvana fermî ya dewletê de.

Konsulxaneya Almanyayê herwesa amaje da: "Ev bo Herêma Kurdistanê demeke dîrokî ye. Yekxistina Pêşmergeyan gaveka girîng e ber bi dezgehên bihêztir, ewlehiya çêtir û paşerojeka tenatir bo Herêma Kurdistanê."

Ev jî di demekê de ye ku îro di merasîmeka fermî de bi tevlîbûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl, proseya yekxistina Hêzên Pêşmergeyan birêve çû.

Nêçîrvan Barzanî di wê merasîma yekxistina Hêzên Pêşmergeyan de gotarek pêşkêş kir û got: "Berdewamiya van bizavan bo sala 2016ê vedigere, dema ku Serok Barzanî proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dest pê kir." Herwesa got ku ev di demekê de bû ku Hêza Pêşmergeyan di bin fermandariya Cenabê Serok de efsaneya DAÎŞê şikand.