Bi fermana Mesrûr Barzanî rênimayîyên qanûna xanenişîniyê hatin sererastkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Encûmena Wezîran bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xaleka rênimayiyên qanûna xanenişînbûnê guhart û mafê dirêjkirina jiyê xanenişînbûnê bo 65 salan kêsûkarên nimre yek û du yên şehîdên Kurdên Feylî û şehîdên dezgeha federalî jî vegirtin.
Fermangeha Medya û Zaniyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, belav kir ku Serokatiya Encûmena Wezîran, bi fermaneka Serokê Encûmena Wezîran Mesrûr Barzanî, xaleka girêdayî rêberiyên qanûna xanenişîniyê guhart û çarçoveya mifadarên wê ji dirêjkirina jiyê xanenişîniyê bo 65 salan berfirehtir kir.
Fermangeha Medya û Zaniyaran amaje da ku li gorî fermana nû ya Encûmena Wezîran bi hejmar 11760 li roja 17ê Îlona 2026ê, xala Sêyê/2 ji fermanên berê hat guhartin. Di deqa guhartî de biryar hatiye dan ku mafê dirêjkirina jiyê xanenişîniyê bo 65 salan, ji bilî kêsûkarên şehîdên Herêma Kurdistanê, van texan jî vegire:
- Ew fermanberên ku kêsûkarên nimre yek û nimre du yên şehîdên Kurdên Feylî ne.
- Ew fermanberên ku kêsûkarên nimre yek û nimre du yên wan şehîdan in ên ku li gorî qanûna dezgeha şehîdên federalî ya hejmar 2 ya sala 2016ê ya guhartî hatine tomarkirin.
Herwesa di wê fermanê de tekez hatiye kirin ku şertê sereke bo mifadarbûna wan fermanberan ji vê biryarê, pêşkêşkirina belegeyên fermî ye ji aliyê dezgeha navborî ve bi merema piştrastkirina doza wan.