Li Soranê konferansa "Sedsaliya Kovara Zarê Kurmancî" bi rê ve çû
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi piştgiriya Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, çalakiyên konferansa "Sedsaliya Kovara Zarê Kurmancî û Rola Husên Huznî Mukriyanî di Bizava Rojnamevaniya Kurdî de" bi rêve çûn û bi hildana perdeyê ji ser peykerê wî dîroknas û rojnamevanî, karûbarên wê bi dawî hatin.
Vê konferansl li Çiyayê Korekê bi amadebûna perlemanter, berpirsên hikûmî, akademîsyen û rewşenbîran dest pê kir. Di destpêka wê merasîmê de, Serokê Zanîngeha Soranê spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir, ji ber piştgiriya wî ya berdewam bo bizava zanistî û çandî, herwesa tekez li ser girîngiya pîrozkirina bîranîna derketina kovara "Zarê Kurmancî" jî kir.
Di pareka din a wê merasîmê de jî, gotara Îdareya Soranê, Qaymeqamiya Rewandizê û gotara malbata Mukriyanî ji aliyê Dr. Kurdistan Mukriyanî ve hatine pêşkêşkirin, herwesa panoramayek û belgenameyeke dîrokî li ser jiyana Mukriyanî hatin nîşandan.
Ev konferans ji aliyê Zanîngeha Soranê ve hatibû rêkxistin û bo dema du rojan bi pişkdariya 28 vekoleran berdewam bû. Di çarçoveya heft panelên zanistî de, vekolîn li ser dîroka rojnamgeriya Kurdî hatin pêşkêşkirin, paşê jî bi xwendina raspardeyan û belavkirina bawernameyên rêzlêgirtinê çalakî bi dawî hatin.
Di berdewamiya çalakiyan de, îro Sêşemê, 22ê Îlona 2026ê, li Pertûkxaneya Navendî ya Zanîngeha Soranê, perde ji ser peykerê Husên Huznî Mukriyanî hat rakirin, ku wekî destpêşxeriya hunerî ji aliyê mamosta Xelîl Rehîmpûr ve hatibû çêkirin û pêşkêşî zanîngehê hatibû kirin; Serokê Zanîngeha Soranê jî spasî û rêz û hurmet arasteyî wî hunermendî kirin, ji ber xizmetkirina sembolên dîrokî û neteweyî yên Kurd.