Bi beşdariya karsazên Kurd Pêşangeha Navdewletî ya Veguhastin û Barkirinê li Şam hat vekirin

Şam (K24) – Bi armanca xurtkirina hevkariyên bazirganî û geşepêdana kerta lojîstîkê, li paytexta Sûriyê Şamê, çalakiyên gera çarem a Pêşangeh û Foruma Navdewletî ya Veguhastin, Barkirin û Xizmetguzariyên Lojîstîkê dest pê kirin. Di vê gerê de kerta taybet a Herêma Kurdistanê jî bi beşdariyeke berçav cihê xwe digire.

Pêşangeh di bin çavdêriya Wezareta Veguhastinê ya Sûriyê û bi beşdariya hejmareke berpirs, pispor û kompaniyên pêwendîdar hate vekirin. Armanca sereke ya vê çalakiyê ew e ku hemû curên veguhastina bejayî, deryayî û asmanî li jêr yek banî bicivîne û asoyên nû ji bo tevgera bazirganî vebike.

Derbarê giringiya beşdariya di pêşangehê de, Rêveberê Pêşxistina Têkiliyan li Kompaniya Firokewaniyê ya Fly Chamê, Osame Sati, ji Kurdistan24ê re got: “Beşdariya me di vê pêşangeha pispor de gelekî girîng e; ne tenê ji bo danasîna kompaniyê wek veguhêzerê rêwiyan, lê belê ji bo xurtkirina rola wê di veguhastina bar, kelûpel û berhemên sûrî de ber bi derve. Ev pêşangeh dergehek e ji bo geşkirina hinardekirin û hawirdekirina welêt.”

Di pêşangehê de, amadebûna kompaniya lojîstîkê ya bi navê “Ubûr El-Nehreyn” ku navenda wê li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêrê ye, rastî pêşwaziyeke berçav hat. Kompaniyê di pêşangehê de xizmetguzariyên xwe yên lojîstîkî di warê guhestina kelûpelan di navbera bajarên Herêma Kurdistanê, Iraq û Sûriyê de nîşan dan.

Şêwirmendê gumrikê li kompaniyê, Miş‘el Ebdilezîz, bal kişand ser hêsankariyên ku ji bo bazirganiyê têne pêşkêşkirin û got: “Em wek kompaniya Ubûr El-Nehreyn, her cûre kelûpelan ji Herêma Kurdistanê û bajarên Iraqê vediguhêzin bo bajarên Sûriyê. Em gelekî spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî dikin ku ev derfet ji bo me afirandine û her tim piştgir bûn, da ku karê bazirganî û aborî ji aloziyên siyasî cuda bimîne.”

Ji aliyê xwe ve, Xwediyê Kompaniya Ubûr El-Nehreynê, Macid Mihemed Reşad  got: “Kompaniya me zêdetirî 10 salan e li Hewlêra paytexta Kurdistanê xizmetê dike. Em bi riya dergehên Pêşxabûr û Sêmalkayê veguhastina bar û kelûpelên bazirganî û şexsî bi rê ve dibin. Piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo karsazan roleke girîng di berdewamiya karên me de lîstiye.»

Pêşangeh tevî pêşwazîkirina serdaner û karsazan, bi lidarxistina rêzeçalakî, atolye û panelên gotûbêjê li ser nûtirîn çareserî û teknolojiyên lojîstîkê û baştirkirina mekanîzmayên veguhastinê berdewam e.