Şandên Hewlêr û Bexdayê li ser bûdceya sala 2027an civiyan
Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna şanda Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê li gel Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê, ji bo gotûbêjkirina reşnivîsa yasaya bûdceya sala 2027an li Bexdayê dest pê kir.
Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, civîn îro 24ê Îlona 2026an, di navbera her du aliyan de hatiye destpêkirin. Armanca sereke ya vê civînê; gotûbêjkirina reşnivîsa yasaya bûdceya sala 2027an, diyarkirina para Herêma Kurdistanê û bicihkirina heqdestên darayî yên Herêmê ye di nava projeyasayê de, berî ku bi fermî ji bo Encûmena Wezîran û Parlamentoya Iraqê were şandin.
Duh şandeke teknîkî ya Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi armanca encamdana van hevdîtinan gihîştibû paytexta Iraqê Bexdayê.
Şanda Herêma Kurdistanê ji Rêveberê Beşa Bûdceyê, Rêveberê Beşa Jimariyê, Şêwirmendê Wezareta Darayî û çend pisporekî warê darayî û bûdceyê pêk tê. Mijara sereke ya danûstandinên teknîkî yên şandê ew e ku daxwaz, têbînî û pêşniyarên Hewlêrê yên derbarê para darayî ya Herêma Kurdistanê de di bûdceya dahatû ya welêt de bixin rojevê.