Serbest Lezgîn: Pêngavên çalakkirina parlamentoyê erênî ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Rêkxistinê yê PDKê li Parêzgeha Dihokê radigehîne ku danûstandin berdewam in û nîşan ber bi başiyê ve pêngavan diavêjin, herwesa hêvî jî xwest ku di Cotmeha îsal de tevahiya wan arêşeyên li beranberî kabîneya nû û parlamentoyê hene bên çareserkirin.
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Dihokê Serbest Lezgîn îro Pêncşemê, 24ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de bo Kurdistan24ê ragihand: "Em hemî bi hev re ne û bihevrebûna me xweşiktir e, ev jî peyama me ye bo xelkê Kurdistanê, çi li navxwe û çi li derveyî Kurdistanê jî."
Di derheqa bizavên çalakkirina parlamentoyê û pêngavên pêkanîna hikûmetê de jî, Serbest Lezgîn got: "Em hêvîdar in ku em bikarin di meha Çiriya Yekê ya îsal de wan arêşeyên li beranberî kabîneya nû û çalakkirina parlamentoyê hene çareser bikin."
Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya PDKê li Dihokê tekez jî kir ku nîqaş û danûstandin berdewam in û niha nîşan ber bi aliyê başiyê ve diçin.