Aryan Selahedîn: Zêdekirina zimanê îşaretan di nûçeyên K24ê de karekî mirovî ye

Aryan Selahedîn
Aryan Selahedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdekirina zimanê îşaretan di geştên nûçeyan ên Kurdistan24ê de wekî pêngaveka gelek giring û karekê mirovî bi nav kir, herwesa daxwaz ji dezgehên dî yên medyayî kir ku ew jî çav li vê pêngavê bikin.

Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeka taybet de bo Kurdistan24ê ragihand ku zêdekirina zimanê îşaretan di nav geştên nûçeyan ên Kurdistan24ê de pêngaveka gelek giring û karekê mirovî ye.

Aryan Selahedîn amje jî kir: "Ez hêvîdar im ku hemî kanalên dî çav li we bikin, em hemî aliyan pal didin û piştgiriya wan dikin bo vî karî; ji ber ku me gelek caran rênimayî dane dezgehên medyayî, ji ber ku ev pêngav rêzgirtin e li vê texa civakê."

Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir ku Kurdistan24 berdewam bi rengekê berpirsiyarane serederiyê ligel rûdanan de dike û senga xwe di kerta medyayê de parastiye.

Di çarçoveya giringîdana bi tevahiya texên civakê û dabînkirina mafê bidestxistina zanyaran, Kurdistan24ê biryar da zimanê îşaretan bo geştên nûçeyan zêde bike, ku vê yekê jî razîbûn û destxweşiyên aliyên peywendîdar û Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwe re anîne.