Hikûmeta Sûriyeyê pereyên cotkarên Rojavayê Kurdistanê nade
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku sê meh di ser bidawîhatina werzê paletiyê re derbaz bûne, lê hêj cotkarên Rojavayê Kurdistanê pereyên genimê xwe ji Hikûmeta Sûriyeyê wernegirtine. Cotkar eşkere dikin ku derengxistina pereyan zirareka mezin gihandiye kerta çandinê û jiyana wan rawestandiye.
Silêman Osman, ku cotkarekê gundê Girbawiyê ye, di derheqa vê rewşê de bo Kurdistan24ê ragihand: “Bi sedema derengxistina pereyên werzî, jiyana me seqet bûye û karên me yên çandinê jî bi temamî rawestiyane. Em nikarin amadekariyê bo werzê nû yê çandinê bikin.”
Rewşa cotkarê bi navê Ehmed jî ji ya hevalên wî ne çêtir e. Ew jî wekî bi sedan cotkarên dî li benda wergirtina pereyên xwe yên genim e. Ehmed dibêje ku ew ketine bin barê deynan û hêj heqê karkeran û xwediyên patozan nedaye. Navborî tekez jî kir ku çandin çavkaniya wan a aborî ya serekî ye, lê deshilatdar û hikûmet guh nadin kerta çandinê û êş û keserên cotkaran.
Li gorî zanyaran, biryar e ku pereyên cotkaran li ser sê pişkan bên belavkirin. Ev biryar bûye sedem ku werzê îsal bêxêr bibe û dergehê gendeliyê jî berfireh bike. Cotkarên deverê dibêjin ku hin alî û kesên mifadar hene ku li beranberî dana hemî pereyan di yek carê de, 7% ji giştî pereyên cotkaran ji xwe re dibin.
Tevî ku cotkarên deverê îsal bi berhemdariya werzî gelek kêfxweş bûn, lê ev kêfa wan neçû serî. Bi sedema sistiya proseya belavkirina pereyan, tirs heye ku heta destpêka werzê çandinê yê sala bê jî hemî cotkar pereyên xwe yên berhemê îsal nestînin.