Neh sal di ser referandûma dîrokî ya serxwebûna Kurdistanê re derbaz dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Îro neh sal di ser lidarxistina referandûma dîrokî ya serxwebûna Kurdistanê re derbaz dibin, ku tê de gelê Kurdistanê bi piraniyeka mezin dengê "Belê" da û ev yek wek belgeyeke zêrîn di dîroka neteweyî de hate tomarkirin.

Neh sal berê di rojeke wek îro de, 25ê Îlona 2017ê, gelê Başûrê Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bi coş û kelecaneke mezin berê xwe da sindoqên dengdanê, da ku di referandûmeke dîrokî de biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin. 

Encama dengdanê îradeya piraniya gel nîşan da, ku bi rêjeya %92.7 dengê "Belê" ji bo serxwebûnê hat dan. Tevî ku neh sal derbaz bûne, referandûm hîn jî wek karteke siyasî ya bihêz û belgeyekê di destê Kurdan de maye.

Sedemên Lidarxistina Referandûmê

Fikra lidarxistina referandûmê ji ber nakokiyên kûr û kevnar ên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de derket. Binpêkirina berdewam a destûrê ji aliyê Bexdayê ve, bi taybetî bicihneanîna Madeya 140ê ji bo çareserkirina pirsgirêka deverên nakokî li ser, birîna budceya Herêma Kurdistanê di sala 2014ê de, û paşguhxistina prensîbên hevparî û hevsengiyê bûn sedem ku serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî li alternatîfên din bigere.

Di 7ê Hezîrana 2017ê de, di civîneke bi serpereştiya Serok Barzanî û bi tevlîbûna piraniya aliyên siyasî yên Kurdistanê de, biryar hat danku roja 25ê Îlonê wek roja lidarxistina referandûmê were destnîşankirin. Serok Barzanî, ku wek rêber û pêşengê sereke yê wê proseyê dihat naskirin, her tim tekezî li ser wê yekê dikir ku mafê rewa yê gelê Kurdistanê ye ku biryarê li ser paşeroja xwe bide û vê pirsê bi rêyên aştî û demokratîk çareser bike.

Karvedanên Navdewletî û Herêmî

Lidarxistina referandûmê rastî dijatî û zexteke mezin a navdewletî û herêmî hat. Welatên cîran, bi taybetî Tirkiye û Îran, ligel hikûmeta Iraqê, bi tundî li dijî vê pêngavê sekinîn. Herwiha hêzên mezin ên cîhanê, di nav de Amerîka û Brîtanya, bi hinceta ku dê bandorê li şerê dijî DAIŞê bike, daxwaza paşxistina wê proseyê kir. 

Lê tevî van hemî zextan, serkirdetiya Kurdistanê li ser lidarxistina referandûmê di dema diyarkirî de rijd bû, ji ber ku bawer dikir ku ev derfeteke dîrokî ye ji bo gihandina dengê aştîxwaz ê gelê Kurdistanê bi cîhanê re.

Roja Dengdanê û Encam

Di sibeha 25ê Îlonê de, welatiyan bi hemî pêkhateyên xwe yên neteweyî û olî ve berê xwe da navendên dengdanê. Li gorî amarên fermî yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê, zêdetirî 3 milyon û 305 hezar kes tevlî wê proseyê bûn, ku ev yek dike rêjeya %72 a kesên ku mafê wan ê dengdanê hebû. Di encamê de, %92.73 tevlîbûyîyan bi "Belê" deng da, li hemberî %7.27 ku bi "Na" deng dabû.

Bûyerên Piştî Referandûmê

Her çend referandûm wek destkeftiyeke dîrokî û neteweyî ji bo gelê Kurdistanê hat tomarkirin jî, bûyerên piştî wê ber bi aliyekî nediyar ve çûn. Hikûmeta Iraqê, bi hevkariya welatên herêmî, zexteke mezin a siyasî, aborî û leşkerî xiste ser Herêma Kurdistanê. 

Dorpêça asmanî, girtina deriyên sînorî, û di 16ê Cotmeha 2017ê de êrişa leşkerî ya li ser Kerkûkê û deverên din ên ku nakokî li ser heye, bû sedema jidestdana nêzîkî %51 ya xaka Başûrê Kurdistanê.

Referandûm Wek Karteke Bihêz ji bo Paşerojê

Tevî van encamên neyînî, çavdêrên siyasî û pisporên têkiliyên navdewletî hevnêrîn in ku referandûm wek belgeyeke dîrokî û karteke siyasî ya bihêz di destê Kurdan de dimîne.

Çavdêrê siyasî Saman Soranî ji Kurdistan24ê re ragihandibû: "Gelê Kurdistanê dikare wê kartê wek belgeyeke dîrokî her dem bi kar bîne, ku gelê Kurd heye, referandûm kiriye û bi dengê 'Belê' deng ji bo serxwebûnê daye."

Herwiha pisporê têkiliyên navdewletî Perwêz Rehîm jî tekezî li ser rewatiya mafê Kurdan kiribû û gotibû: "Ev giştpirsî formeke ku tu ji cîhana derve re dibêjî ka tu çi dixwazî... Kurdan ne ji bo mûçe û desthilatê referandûm kir, lê ji bo pirseke bi navê serweriya neteweyî deng da, da ku di çarçoveya dewletekê de wê bi cih bîne."

Di salvegera nehê ya vê bûyera dîrokî de, dengê "Belê" yê gelê Kurdistanê hîn jî di guhê dîrokê de deng vedide û wek xewn û armanceke jibîrnekirî ji bo nifşên paşerojê dimîne.