Parêzerên Cizîrê: Divê zimanê kurdî di Destûra Sûriyeyê de bibe zimanekî fermî

Qamişlo (K24) – Yekîtiya Parêzeran li bajarê Qamişloyê korbendeke hiqûqî lidar xist û tê de daxwaz kir ku di Destûra nû ya Sûriyeyê de, mafê xwendina bi zimanê dayikê û fermîbûna zimanê Kurdî bê mîsogerkirin.

Korbenda hiqûqî di bin dirûşma "Girîngiya bicihkirina zimanê kurdî di destûrê de û rola wê di avakirina dewleteke demokratîk a ku pirrengiyê misoger dike" hat lidarxistin. Di hevdîtinê de guftûgo li ser pêşeroja destûrî ya welat, Biryarnameya hejmar 13 û garantiya mafên gelê Kurd li Sûriyeyê hatin kirin.

Parêzeran bal kişandin ser wê yekê ku Kurd wek gelekî resen li ser axa xwe ya dîrokî dijîn û mafê wan ê rewa ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û pê biaxivin.

Parêzer Mistefa Ferhan di axaftina xwe de bal kişand ser koka dîrokî ya gelê Kurd û got: "Hebûna Kurdan a li ser xaka wan a dîrokî gelekî berî damezrandina dewleta Sûriyeyê ye. Ev yek bi serê xwe têrê dike ku zimanê kurdî li herêmên ku Kurd tê de dijîn, ne tenê wek zimanekî niştimanî, lê li rex zimanê erebî wek zimanekî fermî yê dewletê bê naskirin. Daxwaza me ya sereke ev e."

Parêzer Menal Hec Elî jî diyar kir ku divê ev maf di asta herî bilind a zagonî de bên parastin da ku di paşerojê de neyên desteserkirin an paşguhkirin. Herwiha got: "Divê em binirxînin ka çi pêwîst e ji bo mîsogerkirina van mafan. Mersûm û biryarnameyên bi vî rengî nabe ku tenê wek daxuyaniyên demkî bimînin; pêwîstiya me ya herî mezin ew e ku mafê gelan, bi taybetî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, rasterast di hundirê Destûrê de bê çespandin."

Ji bo sepandina zimanê kurdî di destûra pêşerojê ya Sûriyeyê de, li Rojavayê Kurdistanê çalakiyên mamoste, xwendekar, hiqûqnas û çînên cuda yên civakê bênavber dewam dikin. Parêzer teqez dikin ku xwedîderketina li perwerdeya bi zimanê dayikê daxwazeke rewa ya tevahiya gelê Kurd e.