Bi boneya salvegera referandûmê, pêşangeha 'Reng û Xaka Niştiman' li Hewlêrê hat vekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, hunermend û Pêşmerge Serwan Îsa li Rêveberiya Pirtûkxaneya Giştî ya Hewlêrê pêşangeha xwe ya taybet a bi navê "Reng û Xaka Niştiman" vekir. Pêşangeh dê du rojan ji bo hezkiriyên hunerê vekirî bimîne.
Hunermend û Pêşmerge Serwan Îsa îro 27ê Îlona 2026an, derbarê pêşangeha xwe de ji Kurdistan24ê re axivî û got: "Piştî heft salan, min pêşangeheke taybet bi berhemên xwe yên hunerî li bajarê Hewlêrê vekir ku bi boneya salvegera referandûma serxwebûnê hatiye lidarxistin. Di vê pêşangehê de zêdetirî 180 berhemên cuda yên hunerî bi şêwaz û mijarên cihêreng hatine pêşandan."
Serwan Îsa da zanîn ku berhemên hatine pêşandan di nava çend salan de hatine çêkirin û got: "Di nav tablo û karên min de cihên dîrokî, dîmenên xwezayî, mînyatur, makêt û tabloyên 3D cih digirin. Ev berhem tenê pêşandaneke hunerî nînin, lê belê encama ezmûn, hûrbînî û hewldanên min ên bênavber ên gelek salan in da ku xweza, dîrok û bedewiya Kurdistanê bi zimanekî hunerî yê cuda tomar bikim."
Herwiha got: "Di beşek ji berhemên min de, xwezaya Kurdistanê bi şêweyekî pir hûr û nêzîkî rastiyê hatiye neqişandin; di beşeke din de jî şûnwarên dîrokî û sembolên çandî balê dikişînin. Bi bikaranîna mînyatur û makêtan, min cîhaneke piçûk di nava berhemên xwe de afirandiye. Her wiha tabloyên 3D jî derfetê didin bîner ku ji çarçoveya tabloyên asayî derkevin û serpêhatiyeke nêzîkî wan cihan biceribînin."
Serwan Îsa di sala 1987an de li bajarokê Pîrmamê ji dayik bûye. Ew bi bikaranîna keresteyên sirûştî yên wekî kevir, dar û axê makêtên şûnwarên dîrokî û xwezayî yên Kurdistanê çêdike.
Di nav karên wî yên berbiçav de çêkirina makêtên Kela Xanzadê, Minareya Çolî, Medreseya Qubexanê, Aşê Avê yê Kifriyê û Kela Şêrwaneyê hene. Serwan Îsa heta niha beşdarî gelek pêşangeh û festîvalên hunerî û geştyariyê bûye.