Dijeterora Îraqê: 2 terorîstên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê ragihand ku hêzên wan di rûbirûbûneka çekdarî de li sînorê nahiyeya Pirdê ya girêdayî parêzgeha Kerkûkê, du terorîstên rêxistina DAIŞê kuştine ku şûtikên bombekirî li xwe bestibûn.
Li gorî ragihandineka Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê, îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, pevçûneka çekdarî di navbera hêzên Dijeterorê û paşmayiyên çekdarên DAIŞê de li sînorê parêzgeha Kerkûkê çê bûye.
Di wê ragihandinê de hatiye: "Di encama rûbirûbûna Dezgeha Dijeterorê ligel paşmayiyên çeteyên terorîst ên DAIŞê de li sînorê nahiyeya Pirdê, du terorîst ku bi niyeta kirina êrîşa xwekujiyê şûtikên bombekirî li xwe bestibûn, yekser hatine kuştin."
Ev operasyon di çarçoveya bizavên berdewam ên hêzên ewlehiyê yên Îraqê de ye, bo pişkinîna deverên çiyayî û sînorî û wêrankirina cihên paşmayiyên çekdarên DAIŞê li parêzgeha Kerkûkê.