Li Xurmalê zarokekî 4 salî di hewza baxçeyê mala xwe de xeniqî
Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî nîvroya îro li sînorê qezaya Xurmalê, zarokekî 4 salî ket nav hewza baxçeyê mala xwe û xeniqî; termê wî bo pizişkiya dad a Helebceyê hat veguhastin û polîsan jî bo vê rûdanê doza lêkolînê vekir.
Li gorî ragihandineka berdevkê Rêveberiya Polîsên Parêzgeha Helebceyê Akam Qutbedîn Axaweys, piştî nîvroya îro Yekşem, 27ê Îlona 2026ê, zarokekî 4 salî bi navê San Amir Tofîq li gundê Yelanpê yê girêdayî qezaya Xurmalê ket nav hewza baxçeyê mala xwe û canê xwe ji dest da.
Peyamnêrê Kurdistan24ê li Helebceyê Asan Mihemed ragihand ku termê wî zarokî li destpêkê bo merema pişkinînê bo Peymangeha Pizişkiya Dad a Helebceyê hat veguhastin.
Peyamnêrê Kurdistan24ê amaje jî da ku piştî bidawîbûna rêkarên pizişkî jî, termê wî zarokî bo Mizgefta Îmam Muslim li qezaya Xurmalê hat veguhastin, bo pêkanîna merasîmên dînî û nivêja mirî, berî ku bo goristanê bê veguhastin da ku bê veşartin.
Polîsên Helebceyê amaje da wê yekê jî ku ji aliyê bingeha polîsên Xurmalê ve doza lêkolînê bo vê rûdanê hatiye vekirin û peyrewkirina qanûnî bo aşkerekirina hemî hûrgiliyan hat destpêkirin.