Ecac Herdan li ser doza Kurdên Feylî tê darizandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê berê yê zîndana Nugreselmanê Ecac Ehmed Herdan, ku biryara sêdaredanê li ser wî hatiye sepandin, li ser eşkencedan û kirina tawanên dijî Kurdên Feylî rûbirûyî dozeka nû ya darizandinê dibe.
Dadgeha lêkolînê li Bexdayê dest bi wergirtina gotinên gilîkeran kiriye, ew jî piştî ku çend welatiyên Kurd ên Feylî bi belgeyên qanûnî gilî li dijî Ecac û çend efserên din ên rêjîma borî tomar kirin.
Parêzerê Gilîkeran Eyad Kakeyî ji Kurdistan24ê re ragihand: "Doza Ecac li Serokatiya Komarê ye û em li benda bicihanîna biryara sêdaredanê ne. Herwesa em mijûlî komkirina belge û giliyên din in, û Ecac Herdan îtîraf bi hejmareka din a tawanan jî kiriye."
Eyad Kakeyî amaje bi wê yekê jî da ku 16 dozên din jî li dijî wî hatine vekirin û ligel wî tawanbarên din ên reviyayî di nav wê dozê de hene. Wî eşkere jî kir ku Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan mijûlî komkirina belgeyên din e li ser tawanên wî yên dijî Barzaniyan û Kurdên Feylî, da ku arasteyî Dadgeha Bilind a Tawanan a Îraqê bike.
Ecac Ehmed Herdan, ku bi "Ecacê Nugreselman"ê tê nasîn, li 31ê Tîrmaha 2025ê hatibû desteserkirin û paşê li 14ê Gulana 2026ê ji aliyê Dadgeha Têhelçûnê ya Resafeyê li Bexdayê ve, ji ber tevlîbûna wî di tawanên Enfalê de biryara sêdaredanê li ser wî hatibû sepandin.