Wezareta Pêşmerge nîgeraniya xwe ji vekişîna hêzên Amerîkayê nîşan dide
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîgeraniya xwe ji vekişîna hêzên Amerîkayê bêyî dabînkirina sîstemeka berevaniyê diyar kir û ragihand ku parastina esmanê Herêma Kurdistanê erkê hikûmeta fîderal e û Pêşmerge jî bo her pêşhataka nû amade ye.
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro Duşemê, 28ê Îlona 2026ê, di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên Amerîkayê li roja 30î Îlonê ji ser axa Îraqê û Herêma Kurdistanê vedikşin. Wê wezaretê ron jî kir ku ev vekişîn encama xalên hevfêmkirina hevpar a di navbera hikûmeta federal a Îraqê û Amerîka û hevalpeymanan de ye.
Wezareta Pêşmerge amaje da wê yekê jî ku vekişîna hêzên Amerîkayê û hevalpeymanan ji Îraqê di demeka hestiyar de ye, bi taybetî rewşa ewlehiyê ya Îraq û Rojhilata Navîn ne tena ye û pêdivîtî bi hişyarî û briyardana siyasî ya rast heye. Behsa wê yekê jî kir ku berdewambûna nebûna tenahiyê rewşa deverê li ser hemî Rojhilata Navîn gef e.
Di wê daxuyaniyê de hatîye ku di dema şerê di navbera Amerîka û Îranê de di mehên borî de, Herêma Kurdistanê zêdetirî hezar caran rûbirûyî êrişên dronî û mûşekên balîstî bûye û parek ji wan li deverên sivîlan ketine xwarê. Ji ber van êrişan jî gelek kesan canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn, ligel zirarên mezin ên madî.
Wezareta Pêşmerge eşkere jî kir ku hêlana Herêma Kurdistanê ji aliyê Amerîkayê ve di rewşeka aloz a herêmî de bêyî dabînkirina ti sîstemeka berevaniyê ciyê nîgeraniyê ye. Di eynî demê de ew piştrast in ku esmanê Herêma Kurdistanê, wekî parek ji esmanê Îraqê, erkê pêşîn ê hikûmeta federal e û divê berpirsiyariya parastina esmanê Herêma Kurdistanê di dema pêdivî de bigire ser milê xwe.
Wezareta Pêşmerge tekez jî kir ku wekî çawa di dema borî de parêzerên ax û xelkê Kurdistanê bûn, di paşerojê de jî bo her îhtîmal û pêşhataka nû amade ne û dikarin xwe ligel her rewşeka nexwestî biguncînin û rûbirûyî metirsiyan bibin. Herwesa gelek spasiya Amerîka û hevalpeymanên wê kir û rêz li alîkarî û piştgiriyên wan girt, ku di dema borî de pêşkêşî Herêma Kurdistanê û hêza Pêşmergeyan kiriye.
Di dawiyê de wê wezaretê ragihand ku hêza Pêşmergeyan, wekî parek ji sîstema berevaniyê ya Îraqê, peywendiyeka destûrî û ewlehî ya xurt ligel artêşa Îraqê heye û di karê hevpar û hevahengiyê de berdewam dibin. Piştrastî jî da xelkê Kurdistanê ku welatê wan di destên aram û aştîxwaz de ye.
Danûstandinên vekişîna hêzên Amerîkayê û hevalpeymaniya navdewletî ji Îraqê di heyama salên borî de yek ji pirsên aloz ên di navbera Bexda û Waşintonê de bûye. Li gorî lihevkirina di navbera her du welatan de, biryar e heta dawiya meha Îlona 2026ê piranîya hêzên Amerîkayê ji nav axa Îraqê û Herêma Kurdistanê derbikevin.
Ev vekişîn di demekê de ye ku dever di rewşeka gelek ne tena re derbaz dibe. Ji meha Sibata vê salê ve şerekî giran di navbera Amerîka û Îran û komên çekdar ên nêzîkî Tehranê de derket. Di wê heyamê de axa Herêma Kurdistanê gelek caran bûye armanca êrişên mûşekî û dronî yên Îran û milîşan, heta Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî di nîva meha Tebaxê de hatibû armanckirin.